08:12 22 Mijdar 2017
Zindî
    Seher Akçayir

    Parlementera HDPê: ‘Pêvajoya çareseriyê bi Ocalan dest pê kir û bi Erdogan jî qediya'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    Parlamentera HDPê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar, piştî bajarê Elmanya Dortmûndê li bajarê Troîsdorfê tevlî civîna gel bû.

    Navenda Nûçeyan — Akçinar di civîne de xeberda û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Pêvajo heman piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê ji aliyê Erdogan ve hat qedandin. Birêz Ocalan wê banga komkirina kongreyê li PKKê bikira, lê Erdogan got, 'mase nîne, pirsgirêka Kurd nîne'. Dûre konsepta şer a 28'ê Adarê xistin meriyetê. Bi provkasyona li Gihadînê re destpê kirin. Banga me ya aştiyê hebû, ev ek hezm nekirin. Hezm nekirin ku HDP hemû nasnameyan li hev kom dike, wan temsîl dike."
    Akçinar da xuyakirin ku "Pêvajoya Çareseriyê" projeya Abdullah Ocalan e û destnîşan kir, ku ji bo afirandina mercên muzakereyê ew ê bixebitin.

    Akçinar bal kişand ser xwerêveberiyan jî û diyar kir ku bi vê sîstemê re vîna gel dikare serdest bibe.

    Akçinar diyarkir ku bi operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên nîjadperest re wê ti encam bi dest nekevin û bang li hilbijêrên li Ewropayê kir, ku dengê xwe bi kar bînin. Akçinar ragihand ku her dengê bê bikaranîn di heman demê de hêviyek ji bo aştiyê ya gelan e û da zanîn, ku divê her kes mirovên li derdora xwe jî îqna bike, ji bo deng bi kar bîne. Akçinar got, "Divê em bi ruhê Kobanê ji bo 1'ê Mijdarê bixebitin. Dersa ku cara dudiyan ji AKP'ê re bê dayîn, wê hemû jiber û nêzîkatiya wan ji hev bixe."

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Fermandarên vî şerî Erdoğan û Davutoğlu ne
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Etîketan:
    HDP, seher akçinar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de