21:34 22 Mijdar 2017
Zindî
    jina kurd digrî

    Kîjan partî li ser navê mexdûriyetê ji kurdan dengan dixwaze?

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Li gorî hilbijartinên 7ê Hezîranê yên parlementoyê dê dema bangeşiyê ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê kurtir be. Ev yek jî li gorî akademîsyenan hem avantaj e û hem jî dezavantaj e. Partî jî ji bo vê yekê li rêbazên pratîk digerin ku bikarbînin.

    Amed — Hilbijartinên 1ê Mijdarê her ku diçe nêzîk dibin û partî jî li ser rêbaz û stratejiyên xwe xebatên xwe didomînin. Lê pirsgirêk ewe ku dema bangeşiyê têra partiyan nake ku bigihîjin hemû hilbijêrên xwe û projeyên xwe bi wan re parve bikin.

    Li Bakûr jî di navbera AKPê û HDPê de rikeberiyeke mezin heye.

    Lêkolîner û Akademîsyen Hakan Guzelsoy ragihand: "AK Partî ji ber ku partiya desthilatdar e ji xwe re dijminan diafirîne û li ser wê yekê siyaset dike. HDP jî xwe wek mexdûrê şer dide nîşan û li gorî vê yekê tevdigere. Herdu partî dê li Bakûr li ser mexduriyetê deng bixwazin."

    Akademîsyen amaje dikin ji bo ku partî li Bakûrê bikaribin demeke kin de xebateke serkeftî bimeşînin pêwîst e xelkê bi xwe bidin bawerkirin ku ew dijî şer in û dixwazin çek werin rawestandin.

    Pêvajoya serbestiya bangeşiyê dê bi awayeke fermî 22ê Cotmehê despê bike û dê 31ê Cotmehê siet 18ê êvarê jî bi dawî bibe.

    Bi heman mijarî:

    AKP, çima nikare HDPê bide sekinandin?
    AKP 100 rewşenbîran ji ber piştgiriya HDPê tehdîd dike
    HUDA PAR: 'Ji bo ku AKP bi serê xwe bibe îqtidar em nakevin hilbijartinê'
    Demirtaş roja cejnê: ‘Bila AKP istixfara xwe bîne'
    Îtifaqa AKP û Partiya Seadetê çênebû
    Anketên dawîn AKP û HDP wekî...
    Balûken: AKP me hedef nişan dide
    Li gorî encama anketên dawîn AKP û HDP 8 bi 8 diçin
    Etîketan:
    Hakan Guzelsoy, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de