12:23 25 Mijdar 2017
Zindî
    PKK

    Malbatên HPGyî: "Kiryarên dewletê, DAIŞ û El-Nusra heman tişt in"

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1310

    Malbatên kuştîyên li bajarê Qamişlo, êrîşên dewletê ku li ser goristanen HPGê yên li bakur û destdirêjiya li ser nirxên gel şermezar kirin.

    Qamışlo — Malbatên hêzen HPGê ku jîyana xwe ji dest dane li bajarê Qamişlo, êrîşên dewleta tirk ên liser goristanê HPG'ê şermezar kirin û gotin: "dewleta tirk kafir e, li tu dereke cîhanê êrîşî goristanan nakin. Kiryarên dewleta tirk, DAIŞ û El-Nusra heman tişt in."
    Mihemed Resûl: Ez nizanim bi çi gotinan van êrîşan û vê siyaseta dewleta tirk ya li dijî gelê kurd bi nav bikim. Ez nizanim çima dewleta tirk heta niha êrîşî gelê kurd ê ku aşîtiyê dixwaze dike."

    Ekrem Heyder: Ev kiryar ji nirx û rêgezên mirovahiyê dûr in. Divê hemû welatên ku xwe wek3i alîgirên mirovahiyê dibînin, helwesta xwe ya li dijî van kiryaran nîşan bidin. Êrîşa li dijî goristanan êrîşa li dijî pîrozî û îradeya gelê kurd e.

    Elî Umer: Kiryarên artêşa tirk, çeteyên DAIŞ'ê û EL-Nûsra heman tişt in, û li dijî exlqê civakê ne.

    Hindiye Hesen:  Erdoxan kafir e. Heta min nebihîstiye ku li tu devera cîhanê êrîş li dijî şehîdgehan pêk hatiye. Tu kesî ev yek nekir, lê Erdoxan kir.

    Narincî Xelo: Ev tiştên ku dewleta tirk dike li dijî mirovahiyê ne û hovane ne. Gelo Erdoxan û partiya xwe ji hestiyên şehîdên me ditirsin? Di dawiyê de em ê bi ser bikevin ji ber ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

    Bi heman mijarî:

    Goristan doh bi dozeran, îro bi bombeyan tê hilweşandin
    FLAŞ - HPG: 'Gerîla hîn agirê çalakiyan gur nekiriye'
    HPG: 31 leşker hatin kuştin
    Daxwaza helwesta siyasî li dijî çalakiya HPG’ê
    HPG’ê kuştina herdu polîsên li Serêkaniyê girte serxwe
    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    HPG: Tevgera leşkerî zêde dibe
    Etîketan:
    Mihemed Resûl, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de