03:40 21 Mijdar 2017
Zindî
    Şirnex - mizgeft- Mizgefta Geylanî li Şirnexê hate bombekirin

    Li Şirnexê polêsan welatiyeke din birîndar kir

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Polisan li taxa Yeşîlyurt a Şirnexê welatiyê bi navê Abdulhamît Înal û welatiyê bi navê Erdal ê ku paşnavê wî nehat zanîn birîndar kirin. Her du welatiyên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan.

    Şirnex — Li Şirnexê polêsên taxa Yeşîlyurtê dorpêç kirine vê carê hewl didin êrişî taxa Dîcleyê bikin. Polês ji wesayîtên zirxî derdorê gulebaran dikin û di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Şahîn Ozcan bi giranî birîndar bû.

    Li Şirnexê polês bi wesayîtên zirxî hewl dan seatên serê sibê têkevin taxa.

    Polêsan rasterast welatî gulebaran kirin û 2 welatî jiyana xwe ji dest dabûn, vê carê hewl dan êrişî taxa Dîcleyê bikin.

    14:19 Li Şirnexê 2 welatiyên sivîl hatin kuştin

    Polîsên ku ji wesayîtên zirxî tax gulebaran kirin gule li ciwanê 22 salî Şahîn Ozcan ket. Ozcan ji hêla welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihandin ku rewşa Ozcan giran e.

    Serê sibê polêsan taxa Yeşîlyurt a Şirnexê dorpêç kirin û pişt re êriş li gel kirin. Di encama êrişa polêsan de 3 welatî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

    Hat ragihandin ku ji welatiyên birîndar Abdulhamît Înal û welatiyê bi navê Erdal ê ku paşnavê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.Ji ber ku nexweşxane di bin dorpêça polêsan de ye agahiyên zelal nayê bidestxistin.

    Hat hînbûn ku di encama êrişa polêsan de gelek malên welatiyan jî zirar dîtin. Ji van mala yek mala malbata Îrmez e. Di encama êrîiê de Meryem Îrmez (60), Ayşe Îrmez (65) û Zekî Îrmez (32) bi sivik bîrîndar bûn. Kesên birîndar ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

    Welatiyên di nav de Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, rêveberên DBPê û HDPê jî heyî ji bo dorpêçkirina taxê biqelêşin ber bi tax ve dest bi meşê kirin li taxa Gazîpaşa rastî êrişa polêsan hatin.

    Li tax û bajar êriş û rageşî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê êriş: 2 leşker hatin kuştin
    Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmez hate binçavkirin
    Li Şirnexê 13 kes hatin binçavkirin
    Li Şirnexê şer: 2 mirî, 5 birîndar
    Walîtiya Şirnexê: ‘Li Cizîrê qedexeya derketina derve wê sibê bi dawî bibe'
    Li Şirnexê li ser wesayitekê êriş: 1 mirî, 1 birîndar
    Li Şirnexê 2 leşker û cerdevanek hatin kuştin
    Li Şirnexê 3 leşkerên Tirk hatine kuştin
    Etîketan:
    Serhat Kadirhan, Meryem Îrmez, Abdulhamît Înal, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de