14:08 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kemal Kiliçdaroglu: "AKP nikare, ez ê pirsgirêkên kurdan çareser bikim"

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    CHPê plana xwe ya bo propagandayên hilbijartinên 1ê Mijdarê aşkere kir û Serokê wê Kemal Kiliçdaroglu jî ragihand: Ez dê pirsgirêka kurd çareser bikim.

    Enqere- Partiya Gel a Komarî (CHP) bernameya xwe bo propagandayên hilbijartinên 1ê Mijdara îsal ragihand û û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî soza çareserkirina pirsgirêka kurd da.

    Kemal Kiliçdaroglu di axavtinên xwe de behsa gelek mijaran kir û bi taybet behsa pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê kir û soz da ku pirsgirêka kur ddi Parlamentoya Tirkiyeyê de çareser bike.

    Kiliçdaroglu derbarê pirsgirêka kurd de got: "Ev pirsgirêk zemîne jê re nehatiye amadekirin. Em bi rêya lihevhatina nav civakê zemîneyê jê re amade dikin û wê pirsgirêkê dikin yasayî. Herwisa di çarçoweya Parlamentoya Tirkiyeyê de ku çavkaniya biryardanê de ye, çareser bikin."

    Kiliçdaroglu herwiha got: "AKPê ew yek nîşan da ku nikare ji pirsa kurd têbigihe û çareser bike, ku niha bûye sedemê xwînrijandinê û encamdana tundûtîjiyê, lê belê di şiyana CHPê de ye ku wê pirsê çareser bike."

    Serokê CHPê soza da Kurdan û wiha axivî: "Ez soz didim hevwelatiyên kurd ku maf û azadiyên wan biparêzim û di destûr û yasayan de bicih bikim."

    Bi heman mijarî:

    CHP: ‘Pirsgirêka kurd bi çekî çareser nabe'
    CHP li hemberî HDPê kete pêşbaziyê
    CHP: 'Li Cizîrê komkujî heye'
    CHP ji bo serxweşiyê çû serdana HDPê
    Etîketan:
    CHP, Kemal Kılıçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de