23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Şêx Seîd

    Neviyê Şêx Seîd Abdulmelik Firat hate bibîranîn

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê HAK-PARê Fehmi Demir ji bo bîranîna Abdulmelik Firat peyameke nivîskî weşand.

    Enqere — Di daxuyaniyê de hate gotin ku bîrewer, rayedar, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurdistanê, neviyê Şêx Seîd,  dildarê tevgera kurd û Kurdistanê,  damezrînêr û serokê rûmetê yê Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PARê  Evdilmelîk Firat berîya 6 salan (29. 09. 2009) çû ser heqîya xwe û ew dê xatiraya wî ji bîr nekin.

    Demir bal kişand ser hêza Firat a têkoşer û got ku Evdilmelik Fırat digel tenduristiya xwe ya nebaş, xebatên xwe yên siyasî domandin; di mercên dijwar û zehmet de jî, tevgera kurd betal nekir; bi hêz û karîna xwe xebata kurdayetiyê domand. Evdilmelik FIRATê nemir, heta  roja dawî ya temenê xwe,  bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya kurd  u Kurdistanê xebitî.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Wezîrê Kantona Kobanê: ‘Em ji pêşmerge alîkariyê digrin'
    TAYBET - Fermandarê Giştî yê YPGê: ‘Em dikarin bi Rûsyayê re li hemberî DAIŞê tevbigerin'
    TAYBET - DAIŞ ji ber ku naxwaze Cerablûs bikeve destê YPGê tevdîran zêdetir dike
    Adem Geveriyê HDPyî ji ber nivîseke Mucahid Bilici rastî lînçkirineke medyayî hat
    HPG: ‘51 leşker, 2 polês hatin kuştin'
    Etîketan:
    HAK-PAR, Abdulmelik Firat, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de