15:10 12 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge - Mûsil - operasyon

    TAYBET - Wezîrê Kantona Kobanê: ‘Em ji pêşmerge alîkariyê digrin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karên Derveyî ya Kantona Kobanê Îdrîs Nesan ji Sputnikê re axivî û got: ‘Em li hemberî DAIŞê ji pêşmerge alîkariyê digrin'

    Kobane — Nesan diyar kir ku wan ji bo li hemberî DAIŞê têbikoşin ji gelek welatî alîkarî xwestine û anî ziman ku ew têkoşîna Rusyayê ya li hemberî DAIŞê gelek girîng dibînin.

    Îdrîs Nesan wiha got: ‘Me berê jî gotibû ku kî li Sûriyê li hember DAIŞê têkoşînê bike ji bo me gelek girîng e. Me ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞê ji gelek welatî alîkarî xwest û em ji Rûsyayê jî dixwazin.'

    Nesan diyar kir ku dewleta Sûrî heta niha alîkariyê nedaye kurda û wiha got: ‘Kî bixwaze li hemberî DAIŞê têkoşînê bike em ji bo hevkarînê amadene.

    Nesan anî ziman ku hêzên koalîsyonê tenê ji hewayê piştgirî didin wan û got: ‘Em ji pêşmerge alîkariyê digrin.'

    Nesan axavtina xwe wiha dawî kir: ‘Paytexta DAIŞê Reqqa ye. Li gelek cihê wek Deyrzor, Minbiç de DAIŞbicih bûye. Divê li van cihên DAIŞê were lêdan.'

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - DAIŞ ji ber ku naxwaze Cerablûs bikeve destê YPGê tevdîran zêdetir dike
    Pêşmerge: '15 şehîd, 22 birîndar hene'
    FLAŞ-Pêşmerge derbasî Rojava dibin
    Etîketan:
    İDRİS NESAN, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de