09:32 12 Kanûn 2017
Zindî
    Fehmî Demir Hak Par

    HAK-PARê îdiaya ‘alîkariya AKPê' dirawand

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê di daxuyaniya xwe de detsnîşankir ku li ser medyayê derheqê wan de derbas dibe ku ‘ji bo AKPê nakevin hilbijartine'.

    Enqere — HAK-PARê ev îdia derewand got ku ji xwe ew dê herin hilbijartine. HAK-PAR daxuyaniya xwe de diyar kir got ku ‘li hemberî partiya wan operasyona çavtirsandinê tê kirin.'

    Îro Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê daxuyaniyeke niviskî weşand û dibêje: ‘Digel ku serok û rêvebirên partiyê çend caran daxuyanî dabin jî hinek derdor bi israr derheqê me de nûçeyên derew diweşînin. Bi derewên wekî ‘HAK-PAR dê piştgiriya AKPê bike', ‘HAK-PAR dê vê carê ji bo AKPê nekeve hilbijartinan'û hin gotinên din agehiyên berovajî diweşînin.

    Serokê HAK-PARê Fehmî Demîr, derheqê Haberturk, Bugun tv, CNNturk, Kanalturk, rojnameya Sozcu û hin malperan ku bi derewî ev nûçe weşandine dê serî li dadgehê bide.

    Her wiha Serokê HAK-PARê Fehmî Demîr, ji bo ku pêşgiriyan bistîne Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) bi nivîskî hişyar kir.

    Bi heman mijarî:

    PAK: Em Dr. Qasimlû û hevalên wî bibîr tînin
    PAK: Parlementoya Kurdistanê hestê lawên Rojhilat birîndar dike
    PAK: `Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin`
    Adem Geveriyê HDPyî ji ber nivîseke Mucahid Bilici rastî lînçkirineke medyayî hat
    Etîketan:
    HAK-PAR, Fehim Demîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de