06:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    TAYBET - DAIŞ ji ber ku naxwaze Cerablûs bikeve destê YPGê tevdîran zêdetir dike

    © REUTERS/ Stringer/Files
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DAIŞ ji ber ku naxwaze Cerablûsa li bakurê Helebê bikeve destê YPGê tevdîran zêdetir dike.

    Navenda Nûçeyan — DAIŞ ji Iraq û Sûriyayê gelek çekên giran û nêzî 850 leşkerî ji bo parastina Cerablûsê tov kirin. Herwiha YPGê jî tevdîrên xwe yên ji bo hildana Cerablûsê zêdetir kir.

    DAIŞ, ji bo ku Cerablûs nekeve destê hêzên PYDê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tevdîr zêde kirin. Tê gotin ku emrê van tevdîran ji serokê DAIŞê Ebubekir El Baxdadî hatiye. Baxdadî ji waliyê Helebê yê DAIŞê re gotiye: 'Bihayê wê çi dibe bila bibe, lazim e Cerablûs nekeve destê PYDê. Ew kesê ku ji ber şer bireve wî idam bikin.

    DAIŞ li gorî daxwaziyên Baxdadî ji bo Cerablûsê tevdîran dibîne. DAIŞ ji bajarê Mûsilê gelek çekên giran (tang, doçka, şilka, kanas, materyalên teqemeniyê, wesaîtên bombebarkirî …) anîn Cerablûsê.

    DAIŞ di vê çarçoveyê de ji bajarên wek Mûsil, Reqa, Deyrezor û Helebê nêzî 850 leşkerî sewqê Cerablûsê kir. Herwiha li devdorê bajêr gelek mayin û dafik danîne. DAIŞ li rojava û rojhilatê bajêr gelek hendeq kolane. Rojhilatê Cerablûsê di destê YPGê de, rojavayê bajêr jî di destê DAIŞê de ye. Li hêla bakur jî Tirkiya heye.

    YPG JÎ DEST BI TEVDÎRAN KIR

    Ji aliyê din ve YPG jî tevdîrên xwe zêdetir kirin. Ji Hesekê, Qamişlo û Serêkaniyê çekên giran anîn Kobaniyê. YPG ji şervanên xwe re gotiye ku 'ji şerê Cerablûsê re amade bin'. Tê gotin ku YPG di operasyona Cerablûsê de wê bi hêzên Burqan El Fırat re hereket bike.

    Li Cerablûsê Ereb, Tirkmen û Kurd dijîn. Cerablûs, di 2012an de ketibû destê Artêşa Azad a Sûriyayê. Di 2013an de ket destê El-Nusrayê. Ji 2013an vir de jî di destê DAIŞê de ye.

    Bi heman mijarî:

    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    Li Kerkûkê 45 DAIŞ hatin girtin
    Operasyonên Bexdayê de 21 DAIŞ hatin kuştin
    DAIŞ bi dest kuştina milîtanên xwe kir
    Li Kerkûkê 12 DAIŞ hatine girtin
    Etîketan:
    DAIŞ, PYD, cerablus
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de