15:37 21 Hezîran 2018
PKK

HPG: ‘51 leşker, 2 polês hatin kuştin'

Sputnik
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya ANFê HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî da û got: '51 leşker û 2 polês hatin kuştin.'

HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî da û diyar kir ku 51 leşker û 2 polêsên tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya ku li ANFê de hatî weşandin wiha ye:

COLEMÊRG
 29ê Îlonêseet 18.00-22.00an artêşa TC girên Sîpîlîz û Ahmetvendê û gundên derdorên wan bi obus û hawanan bomberdûman kir. Di çalakî û pevçûnê de bi zelalî 14 leşker hatin kuştin.

SÊRT
28ê Îlonê saet 11.30'an hêzên gerîlayên me li hember mînîbusek ku 6 tîmên taybet û cerdavanek tê de erzaq ji qereqolê re dibirin, li navbera qereqolên Kevin û Kale çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 tîmên taybet hate kuştin
28ê Îlonê saet 18.00'an tîmek gerîlayên me li hember qereqola Meylana ya girêdayî Mişarê ya Sêrtê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.
27ê Îlonê saet 07.00'an artêşa TC operasyonek bejahî ya berfireh bi 10.000 leşkerî ve destpê kir. Operasyona ku cerdevan jî tevlî bûne li 4 cihan hêzên gerîlayên me lê dan. Hem dema leşker danînê de hem jî çalakiyên li hember baskên êrîşê, 7 leşker hatin kuştin.

MÛŞ
29'ê Îlonê saet 18.00'an 2 endamên tîmên taybet li navenda navçeya Gimgimê ya Mûşê dema diçûn navçeyê hatin hedefgirtin. Di çalakiya de her du tîmên taybet jî hatin kuştin.

ÇALAKIYÊN TOLHILDANÊ
28ê Îlonê êvarî saet 21.00'an li Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê, yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Zafer li hember wesayîtek polîsan çalakiyek pêk anîn. Di wesayîta polîsan de 1 jê Serkomîser, 2 polîs hatin kuştin.
Li hember konvoya ku operasyon li hember Şehîdgeha Xerzanê pêk anî de operasyon hat kirin. Di vê çalakiyê de qasî ku gerîlayên me bi çav dîtine bi zelalî 20 tîmên taybet hatine kuştin.'

Bi heman mijarî:

HPG: ‘4 şervanên me şehîd bûn'
HPG: 17 leşker hatin kuştin
HPG: ‘75 polês û leşkerên tirk hatin kuştin'
HPG: '13 gerîlayên me şehîd ketin'
HPG: ‘25 leşkerên tirk hatin kuştin'
HPG: ‘Helîkoptera Kobrayê hat xistin'
Li Tatosê 3 HPG'î hatin girtin
HPG: 33 polês hat kuştin
Etîketan:
HPG
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de