15:03 12 Kanûn 2017
Zindî
    AmedSpor

    Derbarê Amedsporê de cezayê 'propagandaya îdeolojîk'

    © Foto: Diyarbakir.bel.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Desteya PFDKê bi îdiaya ‘propagandaya îdeolojîk' 20 hezar tl ceza li Amedsporê birî.

    Amed - Amedsporê di Kupaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de 22yê Îlonê di çarçoveya maçên tura duyem de li mala xwe Karaman Belediyespor kir mêvan û di encamê de 2-1 serkeftî bû û derket tura 3yan.

    Di maçê de alîgirên Amedsporê piştgiriya kulîba xwe kirin, Desteya PFDKê ev piştgirî wek ‘propagandaya îdeolojîk' nirxand û ji ber vê yekê 20 hezar lîre ceza li tîma Amedê birî.

    Çawa ku biryar li ser malpera Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hate weşandin Berpirsê Şaxa Futbolê yê Amedsporê Ekrem Yeşîl, der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, biryar duh ji kulîba re hate ragihandin.

    Amedspor
    © Foto: Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    Yeşîl eşkere kir ku ceza ji ber tezahûrata alîgiran a di maça Karaman Belediyesporê de hatiye dayîn û got: ‘Ev cezayê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê cezayekî gelek giran e.'

    Yeşîl bal kişand ku di maça bi Karaman Belediyesporê re ew li stadyumê bûye, ew bûye şahid ku alîgiran tezahûrateke aştiyane kiriye û got, "Wê rojê tu tiştekî ku kulîba hember bişkêne û siviktiyê lê bike nehate kirin. Di cezayî de behsa sloganên îdeolojîk tê kirin, wê rojê tezahurateke li gorî giyanê sporê hate kirin. Ji bilî vê, ger çend kesan hin tişt gotibin ku li ber çavên me neketibe, hayê me ji wê nîn e.'   

    Yeşîl da zanîn ku alîgirên wan gelekî centîlmen in, tu carê xwe ji centîlmeniyê nadine paş û bi bîr xist ku ew ê îtirazê vê biryarê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
    Etîketan:
    Amedspor, Ekrem Yeşîl, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de