07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mehmet Metiner

    Metiner tehdîd kir: ‘Em ê diran û neynûkên wî bikşînin'

    © Foto: Youtube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê AKPê yê Stenbolê li ser ekranan karsazê tirk Aydin Dogan bi kişandina diran û neynûkan wî tehdîd kir.

    Parlementerê kurdnijad Metiner beşdarî bernameyeke televîzyona A Haberê bû û li ser ekranan xwediyê Dogan Holdingê Aydin Dogan bi kişandina diran û neynûkan tehdîd kir.

    Tê zanîn ku xwediyê Dogan Holdingê Aydin Dogan berî çend rojan ji Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan re nameyeke vekirî şandibû û li hemberî îthamên wî parastina xwe kiribû.

    Metiner jî di bernameya ‘Memleket Meselesi' de gotin anî ser Aydin Dogan û rasterast ew tehdîd kir. Sedema gefxwarina Metiner ew bû ku Dogan di nameya xwe de derewkariya Erdogan îma dike û li ser vê yekê gelekî bi hêr wiha got:

    'Aydin Dogan kî ye? Ev mêrik ji sînorê şermê derbas bûye û Serokomar bi derewçîniyê îtham dike. Em dizanin ku çawa diran û neynûkê wî bikşînin. Bila hedê xwe bizanibe.'

    Bi heman mijarî:

    AKP, çima nikare HDPê bide sekinandin?
    AKP 100 rewşenbîran ji ber piştgiriya HDPê tehdîd dike
    Demirtaş roja cejnê: ‘Bila AKP istixfara xwe bîne'
    Îtifaqa AKP û Partiya Seadetê çênebû
    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    Etîketan:
    AKP, Mehmet Metiner, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de