09:29 25 Hezîran 2018
Sidqî Zîlan

Herekete AZADÎ: 'Êrişa ser malan hewldana birakûjiyê ye'

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Hereketa Azadiyê Sitki Zîlan got ku êrişa ser malbatan li dijî hiqûqa navneteweyî û baweriya xelkê Kurdistanê ye.

Amed — Sekreterê Hereketa AZADÎyê Sitki Zilan di daxuyaniyeke çapemeniyê de destnîşan kir ku ‘êrişa endamên YDG-Hyî ser malbateke Huda-Parî, li gorî  hiqûqa navneteweyî û baweriya xelkê Kurdistanê hem karekî xeternak e û hem jî karekî kirêt e.'

Zilan di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Di hiqûqê de ferqa malbatekê tenê û hezar malbatî ji hev tuneye, meşrebê zordar û partiya mezlûm nayê pirsîn. Di nava êrişa Şengalê û Sûrê de tu cudahî tuneye, yên ku ferqa vê dikin tenê ji xwe re misilman û demokrat in.'

Sitki Zîlan di dirêjiya axaftina xwe de got: 'Wekî tevgera Azadî em dixwazin ku ev pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareser kirin. Divê kurd li hemberî hev tolerans û hurmetê esas bigirin. Yên ku li hemberî ‘rêvebiriya cewherî' derdikevin rastî muameleya xayîntiyê tên û ev yek nayê qebûlkirin.

Bi vê sedemê koçkirina malbatekê ji Sûrê şerma me teva û di serî de jî şerma PKKê ye.' 

Her wiha wekî tê zanîn Hereketa Azadî di hilbijartina 7ê Hezîranê de ketibû bloka HDPê û piştgirî dabûyê. Hereketê, heta niha ji bo hilbijartina 1ê Mijdarê tu daxuyaniyên piştgiriyê nedane.

Bi heman mijarî:

FLAŞ - Nivîskarê tirk: ‘Îsrayîl û Erebistanê ji bo Kurdistana mezin li hev kirine'
Adem Geveriyê HDPyî ji ber nivîseke Mucahid Bilici rastî lînçkirineke medyayî hat
Beşikçi: 'Kurd, kurdî û Kurdistan di xetereyê de ye'
FLAŞ-Pêşmerge derbasî Rojava dibin
TAYBET - BELGE - 'Gelo Seîdê Kurdî piştgîrî daye Şêx Seîd?'
Etîketan:
Hereketa AZADÎ, sidki zîlan, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de