01:34 14 Kanûn 2017
Zindî
    Îsmaîl Beşîkçî

    Beşikçi: 'Kurd, kurdî û Kurdistan di xetereyê de ye'

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Di vê dawiyê de civaknasê tirk Ismail Beşikçi li ser malpera weqfa xwe nivîsarek nivîsî, ‘rêvebiriya cewherî' nirxand û bal kişande ser girîngiya zimanê kurdî.

    Navenda Nûçeyan — Beşikçi di nivîsa xwe de bal kişand ser ragihandina HDPê ya ‘rêvebiriya cewherî' û girtina hevşaredarên ku ev pêngav avêtine.

    Îsmaîl Beşîkçî
    © Sputnik/ Cesim İlhan

    Beşikçi bi awayekî berfireh li ser bikaranîna zimanê kurdî rawestiya û got ku divê siyasetmedarên kurd di her asta jiyana xwe de zimanê kurdî bi kar bînin û ji bo vê ramana xwe ji cîhanê gelek numûne pêşkêş kirin. Herwiha nivîskarî siyasetmedarên kurd ji ber bikaranîna zimanê tirkî rexne kir û di dawiya axaftina xwe de çavdêriyeke xwe wiha vegot: 

    'Werin em di nava kolanên Amed, Wan, Mûş, Bedlîs û bajarên din ên kurdan bigerin. Em li kolanan û li pêş malan zarokan temaşe bikin û binêrin bê ka kîjan zimanî bi kar tînin. Heke ev ziman ne kurdî be, wisan e kurdî û Kurdistan di xetereyeke mezin de ye. Mezinên kurdan ên 50, 60 — 70 salî li qehwexane û malên xwe, li kolan û pêşberî malên xwe bi kurdî biaxivin tiştekî erênî ye; lêbelê zarok pêşeroja gel in. Heke zarok bi kurdî nexwînin û nenivîsin ev pirsgirêkeke mezin e. Ev pirsgirêk divê ji aliyê partiyên siyasî, saziyên civaka sîvîl û şaredariyên kurdan ve demildest bê çareserkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Îsmaîl Beşîkçî çû HDPê
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî, Îsmaîl Beşîkçî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de