01:24 14 Kanûn 2017
Zindî
    Goristana Xerzanê

    Goristan doh bi dozeran, îro bi bombeyan tê hilweşandin

    © Sputnik/ Sinan Aygül
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa tirk Piştî li Varto û Cûdiyê êrişê goristanên şervanên PKKê kir vê carê jî bi bombeyan goristana Xerzanê bi dînamît û bombeyan tarûmar kirin.

    Tetwan - Ev du roj in li navenda Bedlîsê û navçeyên Tetwan û Xîzanê şebekeyên telefonan, înternet û ceyran birîne û têkiliyên van bajêran bi dinyayê re hatiye birîn.

    Piştî van bûyeran hat ragihandin ku artêşa tirk duh bi ser goristana Xerzanê  de êriş pêk aniye û bi dînamîtan bombeyan goristanê wêran kiriye.

    Li gorî agahiyên ku Sputnik Kurdistanê ji çavkaniyên herêmê wergirtiye hat hînbûn ku artêşa tirk du roj e êrişeke mezin bi ser goristanê de pêk aniye, mizgeft û mêvanxaneya di nav goristanê de bi dînamît û bombeyan hatiye hilweşandin û gêlikê mexberan hatiye şikandin.

    Her wiha hat îdiakirin ku nêzî 30 welatiyên ku di nav de rêveberên DBPê û heşaredar jî henin ji bo li hember êrişan bibin mertalên zindî çûne herêmê hatine dorpêçkirin û derbarê wan de tu agahî bi dest nakeve.

    Bi heman mijarî:

    Tîmên taybet û leşkeran êrîşî goristana Xerzanê kirin
    PKK û leşker heman goristanê de hatine veşartin
    Artêşa Tirkîyayê goristanan hildiweşîne; berê Varto a niha jî Cûdî
    Etîketan:
    DBP, Goristana Xerzanê, Xîzan, Tetwan, Bedlîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de