22:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li Hesekê

    YPGê ji bo Helebê hevpeymanek îmze kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandiyar YPGê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê li hemberî êrîş û ambargoya li ser taxê de hevpeymanek amade kirin.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li hemberî hemû îdîayên dezgehên çapemeniyê û malperên tevna civakî ku dibêjin ‘YPG rêyên Şêxmeqsûd girtine' daxuyaniyek da raya giştî.


    Di daxuyaniya YPG'ê de ev tişt hatin gotin:

    "Em hemû aliyê ku îdîa dikin ku ‘hêzên YPGê rêyê diçin Şêxmeqsûd girtine û korîdoreke ku diçe taxê heye' şermezar dikin. Ev hemû derew in û ji rastiyê dûr in. Armanc jê derxistina tevlîheviyê di navbera hêzên û pêkhateyên taxê de ye. Divê dezgehên çapemeniyê nûçe û îdîayên wiha ku ne belgekirî ne û rastiya wan tine ne, nedin. Li aliyê taxa Kastîlo çeteyên El-Nusra hene, li aliyê Pira El-Seqîle çeteyên Ehrar El-Şam hene. Welatiyên sivîl ên taxê ji aliyê çeteyan ve bi hawan û cereyên gazê tê topbarankirin.

    Me bi birayên xwe yên Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê hevpeymanek çêkir. Hevpeymana hatiye kirin wiha ye:

    1- Hemû êrîşên li dijî taxa Şêxmeqsûd werin rawestandin, hemû hêzên li derdora taxê kom bûne vekişin, El-Nûsra, Tûgaya Sûltan El-Mûrad ji wê derdorê bi temamî vekişin.

    2-Rêyên ku diçin Şêxmeqsûd werin vekirin, her wiha rêyeke bi ewle ji bo gundewarê li bakurê Helebê û kantona Efrînê were vekirin da ku sivîl karibin bikar bînin.

    3-Di navbera me û hêzên rejîmê de korîdor tine ne.

    4-Hemû kesên Kurd ku di dema dawî de hatine girtin di serî de hevalê me Cemal divê serbest werin berdan.

    5-Hemû rêyên diçin Efrînê werin vekirin, çûyîn û hatina wê hêsan bibe.

    6-Ti sekvanên me li rêyan tine ne.

    7-Ji bo parastina sivîlan ji mafê her aliyekî ye ku mewziyan rake, lê divê jiyana welatiyên taxê nexe xeteriyê.

    Birayên me yên El-Cebha El-Şamiya bi daxwaza xwe ji taxê vekişiyan, em ê dîsa bi wan re kordîne bikin û nuqteyên xwe xurt bikin. Hêzên ku wê li derdora taxê bicih bibin divê ji Artêşa Azad an jî El-Cebha El-Şamiya bin an jî bi awayekî kordînekirî werin bicihkirin.

    Em ji hemû hêzan dixwazin ku zextê li Cebhet El-Nûsra bikin da ku ji Otostrad vekişe, topbarana li dijî sivîlan bisekinîne."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    YPG: 'Em soz didin ku riya berxwedanê berdewam bikin'
    YPG: 'Şehîdên me hene'
    FLAŞ - YPG: "Tirkiye derewan dike!"
    YPG ji bo rizgarkirina Cerablûsê operasyoneke amade dike
    YPG: Me li Hesekê 40 terorîstên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    YPG, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de