10:59 21 Mijdar 2017
Zindî
    YPJ-YPG

    YJA STAR: Li Tetwanê 25 leşkerên tirk hat kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14510

    Li gorî nûçeya ANFê YJA STARê derbarê şerê li Tetwanê de daxuyanî da û got: ‘25 leşkerên tirk hatin kuştin'

    Navenda Nûçeyan — YJA STARê derbarê şerên dawî yê li Tetwanê daxuyanî da û diyar kir ku 25 leşkerên tirk hatine kuştin.

    Daxuyaniya li ser ANFê hatî weşandî wiha ye:

    ‘28ê Îlonê saet 07.50 li hember konvoya leşkerî ya ji navenda Tetwanê diçû Tûgaya Sorgûn çalakiyeke sabotajê ya berfireh hatiye lidarxistin. Di çalakiya sabotajê de hemû leşkerên di nîv otobus û wesayîta zirxî ya Akrep de bi temamî îmha bûne. nizamiyeya qereqola Sorgûn û 2 çeperên ku 2 leşker têde îmha bûne. Di encama vê çalakiyê de 15 leşker hatine kuştin û 10 leşker birîndar bûne. Artêşa tirk mirî û birîndarên xwe bi 13 ambulans û wesayîtên zirxî ji cihê bûyerê rakirine. Artêşa Tirk windahiyên xwe veşartine tenê birîndarên xwe eşkere kirine.'

     

    Bi heman mijarî:

    YJA STAR: 12 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bun
    HPG: ‘75 polês û leşkerên tirk hatin kuştin'
    HPG: ‘Yek jê fermandar 4 şervanên me şehîd bûn'
    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    HPG: ‘Helîkoptera Kobrayê hat xistin'
    HPG: ‘11 leşkerên tirk hatin kuştin'
    HPG: ‘25 leşkerên tirk hatin kuştin'
    HPG: 'Me balafira keşfê ya bi navê Bayraktar xiste xwarê'
    Etîketan:
    YJA STAR, Tetwan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de