10:58 21 Mijdar 2017
Zindî
    HDP mîtîng hilbijartin

    Partiyên kurd dê di hilbijartinê de çi bikin?

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 155 0 0

    Helwesta partiyên kurd di hilbijartina 1ê Mijdarê de zelal dibe.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk got, em ê di nava 10 rojan de helwesta xwe diyar bikin, ji bo kinbûna demê me namzetên serbixwe dernexistin. HDPê tu pêşniyar li me nekiriye û em ê piştgiriyê nedin AKP, MHP û CHPê.

    PAKURD: Em piştgiriyê nadin tu partiyan

    Ji Dîwana Serokatiya PAKURDê Newal Uysal daxuyanî da û got,'li gorî prensîbên partiya me û rewşa bakûr ya heyî em nakevin hilbijartinan û piştgiriyê nadin tu partiyekê. Em ne bawerin ku parlamentoya Tirkiyeyê pisgirêka kurdan çareser bike û em bangî hemû rêxistinên siyasî dikin ku li welat meclîsa xwe ya Kurdistanî ava bikin.

    HAK-PAR tevlî hilbijartina dibe

    HAK-PAR di 7ê Hezîranê de li 81 herêmên Tirkiyeyê tevlî hilbijartina bibû.

    Cîgirê Serokê HAK-PARê Necatî Bayram daxuyanî da û got, ‘ em yekem partî ne, yê ku îradeya xwe di nav xwe de diparêze û pêşniyara çareseriyeke esasî dike. Yên ku bixwazin ji bêçareyî yê xilasbibin divê piştgiriyê bidin HAK-PARê. Ev partiyên heyî yên Parlamentoyê çavkaniya bêçareyiyê ne.'

    Bi heman mijarî:

    Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
    Terazûya hilbijartinê: 2 partî ber bi jor û 2 partî ber bi jêr
    Yekem civîna AK Partî û HDPê
    Etîketan:
    PAKURD, CHP, AKP, HDP, Mustafa Ozçelik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de