06:43 23 Mijdar 2017
Zindî
    HDP

    HDP: ‘PKK me temsîl nake'

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Hevserokê Partiya Demokrasî ya Gelan (PDG) Selahattîn Demîrtaş, ‘ ne em PKKê û ne jî PKK me temsîl dike.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê PDGê Selahattîn Demîrtaş di serdana Ewropa de li Elmanya bi rojnameya Sudeutsche Zeitung hevpeyvîn kir û li hemberî pirsa ‘gelo HDP şaxê PKKê yê fermî ye?'

    Demîrtaş axivî û got, ‘ na. Ne em PKKê temsîl dikin û nejî PKK me temsîl dike. Ev propaxandeya hikumeta Tirkiyeyê ye, ji bo ku çalakiyên PKKê têxe stû wê me. Em wekî Tirkiyeyê PKKê şîrove nakin û hilbijêrên me jî wekî me difikirin.'

    Em ne rikeberê PKKê ne

    Demîrtaş li hemberî pirsa, ‘gelo PKK bi êrişên xwe zirarê dide we?' bersivand û got, ‘di nav armancên PKKê de zirar an jî piştgirîdayina HDPê tuneye. Ajandake wan bi xwe heye.'

    Selahatîn Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘ em û PKK ne şirîk û ne jî rikeberê hev in, lê em dijmintiya wan jî nakin. PKK, li Îran, Iraq û li Sûriyeyê bi rêxistine. Destegiriyên me ji hev cuda ne. Em partiyeke li gorî qanûnên Tirkiyeyê tevdigerin.'

    Alaya HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
    Demîrtaş di dirêjiya axaftina xwe de got, ‘ PKK car caran li me guhdar dike, PKK di daxuyaniya xwe ya dawîn de got em amade çekan deynin. Lê divê bersiva vê bê dayîn. Heke dewleta Tirkiyeyê êrişên xwe bi dawî bike û Ocalan tevlî hevdîtinan bibe, PKK amade ye tevlî hevdîtinên aştiyê bibe.'

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDP'yî û rêveberên DBP'yî diçin Lice û Sûrê
    HDP: ‘Boykot di rojeva me de ye'
    Kiliçdaroglu: PKK û Erdogan nahêlin HDP ser bi keve
    HDP: 'Yê ji bo Qralê Siûdî şînê îlan dike bila şermbike'
    Etîketan:
    PKK, HDP, Selahattîn Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de