04:47 22 Mijdar 2017
Zindî
    Rewşa li Sûriyê

    7 caran bipîv, carekê bibir

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 2411

    Rûsya bi xurtî tev li şerê dijî DAIŞê dibe, lê gelo ev yek dikare rewşê biguhere, dema du grûpên ku bi DAIŞê re şer dikin xwedî armancên dijberî hev bin.

    Hinek ji wan bimebest in piştgiriya Beşar Esed bikin, lê yên din dixwazin wî ji desthilatdariyê dûr bixin. Ev yek dikare şerê li Sûriyayê ji bo demek nediyar dirêj bike, lê wê encamên dawî yên şer neguhere. Di heman demê de, çiqasî Rûsya bi aliyê arîşeyê ve tê vekişandin ewqasî jî riskên wê zêde dibin. 

    Şîrovekirina siyasetmedar, pisporê di warê Rojhilata Navîn û problêma kurdî de Vadîm Makarenko.

    Îro di şerê dijî DAIŞê de navberek peyda bûye. Gelek dibêjin ku stratejiya Amerîkayê ya tekoşîna bi DAIŞê re têk çûye. Amerîkaya ku ji bo rewşa li Îraqê aram bike, gelek şêwaz bi kar anîne û sala 2011an destvala ji wir derketiye, nikare tê neghêje ku dawiya dawî pêwist e ne tenê formula ku pirsgirêka erebên sûnî li Îraq û Sûriyê, lê hêzên siyasî ku wê cî bi cî dikin jî çareser bike. 

    Ev hêzên siyasî gerek di nav suniyan de peyda bibin ku ew wan ji hewayî diparêze. Bêguman, Amerîka dikare bi salan çav li riyan be, heta ev hêz bên sazkirin û desthilatdariyê ji destê DAIŞê wergirin. Lê, ev derfet li Beşar Esed ku piştî 4 sal û 6 mehên şer ji aliyê leşkerî ve pir lawaz bûye, tune. Di heman demê de ji bo tevan diyar e ku heger rêjîma Sûriyayê bikeve, DAIŞ wê tevaya Sûriyayê zeft bike û paşê wê li ser Îraq û Libnanê terkîz bike û dibe ku çavên xwe bera welatên din jî bide. Washington, Moskova, her wiha welatên Rojhilata Navîn ji vê yekê ditirsin.  

    Ev yek ji bo Rûsyayê sedema sereke ye ku koalîsyoneke nuh ji bo şerê bi DAIŞê re ava bike û di çend mehên dawîn de bi awayekî çalak kar ji bo vê yekê dike. 

    Rûsya amade ye ku erkên xwe yên li himberî Sûriyayê pêk bîne û ne tenê piştgiriya siyasî û leşkerî jê re pêşkêş bike, lê yekser alîkariya leşkerî jî jê re bişîne. Dibe ku leşkerên Rûsyayê dibînin ku, wek çawa hêzên Amerîkayê Kobanê û Hesekê ji DAIŞê parastin, ew jî, bi grûpek tenê ji hêzên hewayî yên welêt dikarin rojavayê Sûriyayê biparêzin. Lê heger koalîsyoneke ji Sûriya, Îraqa şîî, Îran û Rûsyayê pêk bê, rewş dikare bi awayekî ciddi bê guhertin. 

    Lê, pirsgirêk ew e ku ev koalîsyona `şîî` wek heye dijberî koalîsyona din a bi serokatiya Erebistana Siûdiyê ye ku muxalefeta çekdar  û ne tenê `Bereya el-Nûsra` lê DAIŞ bi xwe jî tê de cî girtiye. Derbarê vê yekê Dr. Mordexay Kedar ê ji Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Begin-Sadat yekser dibêje:

    'Erka koalîsyona sûnî jikarxistina Esed e û avakirna rêjimeke sunî li Îraq û Sûriyayê ye. Ev koalîsyon xwedî dahatûyên mirovî û madî yên pir mezin e ku derfetê dibîne ku ji bo gelek salan şer bike ne ji bo DAIŞê têk bibe, lê erka sereke Esed û rêjîma wî bixîne. 

    Lê, heger hetanî DAIŞ bê têkbirin jî, krîza siyasî ya li Sûriyayê dê berdewam bike, ji ber ku sedema vê krîzê bi gelkî ji wilo kûrtir e.  Amerîka piştî dagirkirina Bexdayê rastî pirsgirêkên nû hat. Girîng e ku armancên beşdariya Rûsyayê di şerê li Rojhilata Navîn de bên eşkerekirin û riskên ji ber vê beşdariyê bên diyarkirin. 

    Ji Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Begin-Sadat pisporê pêşeng ê di ware Sûriyayê de Dr. Mordexay Kedar dibîne ku heger Rûsya armancên eşkere li pêşiya xwe dayne dikare bi ser keve, tev wisa jî wê her rastî zehmetiyan bibe:

    'Heger Esed hemû hêza xwe ji bo parastina herêmên elewî bi kar bîne, dikare wek desthilatdar bimîne.  Armanca sereke ya Rûsyayê ew e ku navendekê ji bo filoya xwe yê deryayî li Deryaya Spî  misoger bike. Nexasim istgehên din ên vê filoyê yên li Skenderiyayê (Misir) û Terablusê (Lîbya) bûn dibe ku di demeke nêzîk de nema mimkun be bên bikaranîn. Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê Israyilê Netanyahû hefteya çûyî  bi Pûtîn re civiya; ji bo ku pêşniyarî wî bike bila Rûsya keştîgeha Israyilê ya li Heyfayê bi kar bîne. Heger Rûsya armanceke sînorkirî dayne pêşiya xwe, Esed wek rêberê elewiyan biparêze, dibe ku bi ser keve, lê heger ew tev li şer bibe ji bo ku Esed tevahiya Sûriyayê kontrol bike, wê demê Sûriya dikare bibe Afganistaneke nû.`

    Pisporê rûsî yê pêşeng ê di ware Rojhilata Navîn de, Serokê Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Rûsya û Cîhana Islamî Şamil Sûltanov wiha dibîne:

    'Armancên me dadmend in; lê pêwîst e bi awayekî nişmî ji riskan bên paqijkirin û ezmûnên nehênî yên li Çeçenistan û Afganistanê her wiha ezmûna xemgîn a amerîkanan a li Îraqê bên berçavkirin.

    Em dixwazin piştgiriya rêjîma Beşar Esed bikin. Ev yek rast e. Rêjîma Beşar Esed hevalbendê me ye. Bi giştiya Sûriyayê re hevalbendiyeke me ya 50 salî heye. Lê heger ev yek neyê bidestxistin? Di encamê de em dikarin bikevin xefikê? Wekî nimûne, diyare ku li piraniya welatên ereban xelk pişgiriya prensîpên DAIŞê dikin. 

    Çi arîşeya leşkerî-siyasî hebe aliyên wê yên erênî û nehênî jî hene. Baş e, ku em berevaniya rêjîma Esed dikin. Baş e, ku em naxwazin nav û dengê xwe li Rojhilata Navîn winda bikin. Baş e, ku em dixwazin bidin xuyakirin ku em wekî welatekî mezin vegeriyan Rojhilata Navîn. Lê heger ev bidestxistin tev de ne belaş bin, gelo nirx çi ye? Wekî nimûne em dikarin têkevin ew rewşa ku şerê li Rojhilata Navîn bi dehên salan dirêj bike. Gelo dahatûyên aborî têra vê yekê dikin? Bi her hal, her dem pêwist e mirov ezmûnên xwe û ne yên xwe li ber çavan bigire.

    Arîşeya li Rojhilata Navîn gefan li Rûsyayê dixwe, ji ber dewleteke têrorîstî li Rojhilata Navîn tê sazkirin. Rûsya neçar e tedbîran bistîne ji bo ku sênaryoya nehênî ya bûyerên bi rêjîma Esed ve girêdayî ji Sûriyayê rake. Bêguman, gelek hêz û dahatû ji vê yekê re divên. Rûsya vê tiştî bi tevahî fêm dike û hewl dide ku koalîsyoneke navneteweyî ji bo çareseriya arîşeya li Rojhilata Navîn saz bike.  


    Bi heman mijarî:

    Obama: Ji bo kirîza Sûriyê Amerîka, amadeye hevkariyê li gel Rûsya û Îranê bike
    Obama û Pûtîn ji bo rewşa Sûriyê bên cem hev
    Rûsya li dijî DAIŞê bi Iraq, Îran û Sûriyê re hevkariyê dike
    Di dinyayê de keça herî bi qewet ji Esma Esed pirsî: ‘ tu ji sekana li Sûriyê natirsî'
    Amerîka: 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê
    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    Planê de Mistura yê jibo Sûriyê wek yê Îranê ye
    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî
    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re asê dike
    Di navbera Artêşa Sûriyê û DAÎŞê de şerekî giran didome
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Rewşa dawî li Hesekê – Balafirên Sûriyê li çekdarên DAIŞê didin
    Amerîka proja biryara derbarê pirsa çekê kîmyawî yê Sûriyê pêşkêşî NYî kir
    Ji balafirên artêşa Sûriyê bombebaran
    Etîketan:
    Sûriye, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de