12:41 25 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş: Ewropa HDPê dişopîne û destek dike

    © AFP 2017/ STRINGER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2010

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş der barê hevdîtinên xwe yên Ewropayê de daxuyanî da.

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş anî ziman ku di serî de Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE), bi tevayî pêkhateyên bi bandor ên KE re hevdîtin pêk anîne û wê van hevdîtinan bidomînin.

    Demirtaş ragihand ku saziyên Ewropayê wisa difikirin ku Erdogan ji bo ji pevçûnan qezenceke siyasî bi dest bixe ‘mase qulipandiye' û diyar kir ku di mijara ewlekariya hilbijartinan de jî gumanên wan hene.

    Demirtaş ragihand ku di hevdîtinan de perspektîfên çareseriyê yên partiya xwe parve kirine û wiha dewam kir: ‘Di heman demê de mijarên hilbijartinên 1ê Mijdarê, di pirsgirêka Kurd de bidawîkirina pêvajoya muzakereyan û destpêkirina pêvajoya bi pevçûn, wê pêvajoya aştiyê çawa destpê bike de em nêzîkatiyên xwe parve dikin. Dikarim bêjim ku hemû hevdîtin erênî derbas bûn.'

    Demirtaş diyar kir ku li ser esasê perspektîfa ku HDPê daniye holê serkeftina bi dest xistiye ji aliyê Ewropayê ve bi dîqet tê şopandin û destekkirin. Demirtaş wiha dewam kir: ‘Pêşniyarên me yên der barê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê, pirsgirêka penaberan û mafê mirovan, Sûriye, Iraq û bi taybet êrîşên DAIŞê de wê çareserî çawa pêk bê, erênî hatin pêşwazîkirin û destekkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Êdî em ser bilind in'
    Demirtaş roja cejnê: ‘Bila AKP istixfara xwe bîne'
    Li kulîsên Enqereyê komplo: 'Demirtaş wê were girtin û nekeve hilbijartinan'
    Demirtaş: ‘Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be.'
    Demirtaş: ‘Wê Qendîl jî Enqere jî dengê me bibhîze'
    FLAŞ-Demirtaş diçe Sûrê
    Demirtaş: ‘Çi jî bibe biratiya xwe xera nekin'
    EMEPê ji bo Levent Tüzel bersiv da Demirtaş
    Etîketan:
    KE, Selahattin Demîrtaş, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de