04:50 22 Mijdar 2017
Zindî
    tv-televîzyon

    Polêsan girtin ser medya û komelên kurda: 32 binçavkirî

    © Flickr/ flash.pro
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Li Amedê polêsan avêt ser avahiya ku DÎHA, Azadiya Welat, Weşana Aram û KURDÎ-DERê heye, bi hinceta ‘gumana bi makul' 32 xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û KURDÎ-DER'ê hatin binçavkirin.

    Di nava wan de edîtor û nûçegihanê DÎHA û Azadiya Welatê jî hene hemûyan berjêrê qata jêrê kirin û dest danîn ser telefon, nasname û tundiyê li wan kirin. Piştre polêsan ya 32 kesan li wesayîtên zirxî yên li dora avahiyê dorpêç kiribûn siwar kirin û birin Miduriyeta Polêsan a Amedê.

    Hat hînbûn ku di destê polêsan de tu destûra lêgerînê ya fermî tunebûye. Her wiha tê zanîn ku piştî 24ê Tîrmehê DÎHA 20 caran hatibûn sansûr kirin.

    Hat ragihandin ku navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne:

    Mujdat Can, Dîcle Muftuoglu, Reşît Bayram, Omer Çelîk, Devran Toptaş, Mazlum Dolan, Nurettîn Akyildiz, Siyabend Yaruk, Ercan Bîlen, Ferah Kiliç, Meltem Oktay, Ramazan Olçen, Zafer Tuzun, Zeynel Abîdîn Bûlût, Besalet Yaray, Ferît Koyluoglu, Mahmut Rûbanas, Azîz Orûç, Ayşe Nevroz, Sûzan Toprak, Nazemîn Çap, Diyar Balkaş, Mehmet Alî Ertaş.

    Li hêla din hat ragihandin ku parêzerên ku xwestin derbarê binçavkirinan de agahî bigirin hatin ber avahiyê rastî êrişa polêsan hatin. Polêsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîkê êriş kirin. Polêsên ku parêzeran nêzî avahiyê nekirin wesayîtên zirxî ajotin ser parêzeran.

    Bi heman mijarî:

    Li Silopiyê leşkeran jinekê kurd kuşt
    Demirtaş: Ewropa HDPê dişopîne û destek dike
    Obama: Ji bo kirîza Sûriyê Amerîka, amadeye hevkariyê li gel Rûsya û Îranê bike
    KOBANÎ - Bihust bi bihust tijî teqemenî ye
    Kurd dibistanan boykot dikin
    Sewqiyata leşkeri bo bajarên kurdan bê navber didome
    Li Hênê derketina derve hat qedekirin
    Hejmara heciyên Kurd yên mirî derket 9an
    Etîketan:
    Weşanên Aram, Azadiya Welat, KURDÎ-DER, DÎHA, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de