00:11 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kobanê

    KOBANÎ - Bihust bi bihust tijî teqemenî ye

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li gorî agehiyên ragihandî, li serê her metro çargoşeyeke axa bajarê Kobaniyê 10 madeyên teqemeniyê dikevin.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina mafên mirovan Handicap International, ku niha bi pakijkirina Kobaniyê ji madeyên teqemeniyê mijûl e, diyar kir ku niha derdora 120 hezar kesî li Kobaniyê dijîn.

    Rêvebirê Rêxistina Handicap Internationalê Manuel Partouillard diyar kir ku li ser her metro çargoşeyeke ya axa Kobaniyê 10 madeyên teqemeniyê hene û armanca wan pakijkirina bajêr ji wan madeyan e.

    Partouillard diyar dike ku pakijkirina bajêr ji madeyên teqemeniyê şert e da ku niştecihên bajêr vegerin bajêr û bikaribin li wir bijîn.

    Handicap International ev çend hefte ne ku li Kobaniyê dîsa dest bi pakijkirina bajêr ji madeyên teqemeniyê kiriye.

    Handicap International hem heyama şerê di navbera DAIŞê û hêzên kurdî de hem jî destpêka salê jî çûbû Kobaniyê; lê di meha Hezîrana îsalîn de piştî ku DAIŞê dîsa êrişî bajêr kiribû bi neçarî ji bajêr derketibû.

    Handicap International ji bilî pakijkirina bajêr ji madeyên teqemeniyê, pisporên derxistina mayinan jî perwerde dike, herwiha xelkê bajêr derbarê awayê xweparastina ji madeyên teqemeniyê hişyar dike.

    Rêxistina Handicap International beriya 20 salan ji aliyê bijîjkên frensî ve hate damezrandin û niha li 60 welatî li ser bêtirî 300 projeyî kar dike, piraniya van cihan jî piştî pevçûnan hatine mayinkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Milazgirtê qezaya tirafîkê: 4 mirî, 3 birîndar
    ZINDÎ - Cihan li benda hevdîtina Pûtîn û Obama ye
    Kurd dibistanan boykot dikin
    Di sînorê Azerbeycan û Ermenistanê de pevçûn: 10 leşker hatin kuştin
    YPG: ‘Tirkiyeyê bi 2 TIRan çek ji çeteyan re şandin'
    General Ezîz Weysî: 'Tu zanyarî ji bo çûna pêşmerge bo Rojava di destê me de tuneye'
    Etîketan:
    Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de