04:50 22 Mijdar 2017
Zindî
    mamoste-dibistan-xwendevan

    Kurd dibistanan boykot dikin

    © Foto: Flickr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    KCDê ji bo bal bikşînin ser perwerdehiya zimanê zikmakî bangewazî kiribû ku hefteyek dibistanan bêtê boykotkirin.

    Amed — Li ser bangewaziya KCDê ya ji bo bal bikşînin ser perwerdehiya zimanê zikmakî hefteyek dibistanan boykot bikin, li gelek dibistanên bajar û navçeyên Kurdistanê xwendekaran neçûn dibistanan û dibistanan boykot kirin.

    KCDê ji bo bal bikşînin ser perwerdehiya zimanê zikmakî bangewazî kiribû ku hefteyek dibistanan bêtê boykotkirin. 

    Li ser vê bangewaziyê gelek saziyên sivîl, sendîqe û derdorên din piştgirî dabûn û diyar kiribûn ku ji bo balê bikşînîn ser perwerdehiya zimanê zikmakî divê dibistanan were boykotkirin.

    Piştî bangewaziya KCDê û piştgiriya derdoran îro destpêka serdama perwerdehiyê de gelê kurd li gelek bajêr û navçeyan zarokên xwe neşandin dibistanan û bi vî awayî dibistan boykot kirin.

    Hat ragihandin ku di serî de Amed, Colemêrg, Şirnex û wekê din li Wan, Agirî, Mêrdîn, Bedlîs, Êih, Mûş û Dêrsimê gelek malbatên kurd bi ser bangewaziya KCDê zarokên xwe neşandin dibistanan.

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Tirkiyeyê bi 2 TIRan çek ji çeteyan re şandin'
    Ehli Sunnet TV: ‘Bila 80 parlementerên HDPê bêpirs înfaz bikin'
    Hejmara heciyên Kurd yên mirî derket 9an
    Etîketan:
    KCK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de