06:25 23 Mijdar 2017
Zindî
    YPG li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê

    YPG: ‘Tirkiyeyê bi 2 TIRan çek ji çeteyan re şandin'

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis, file
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Fermandarê YPGê yê Helebê Rêzan Rojhat diyar kir ku wan tesbît kirine ku dewleta Tirkiyayê 2 TIRên bi çekan dagirtî ji çeteyan re şandine, berî 2-3 rojan teslîmî çeteyên li Helebê hatine kirin.

    El Nûsra, Ehrar El Şam û Nûreddîn Zengî, ev hefteyeke êrişên giran dibin ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya ku di bin kontrola YPG/YPJê de ye. Di van êrîşan de 1 jê zarok 2 sivîlan jiyanên xwe ji dest dan, 15 sivîl jî birîndar bûn.

    Derbarê êrişên dawîn ku li ser Helebê tên kirin de Fermandarê YPGê yê Helebê Rêzan Rojhat ji ANFê re axivî.

    Li gorî nûçeya ANFê Fermandar Rêzan Rojhat diyar kiriye ku Tirkiye çekan ji milîtanên El Nûsra, Ehrar El Şam û Nûreddîn Zengî dişîne.

    Di hevpeyvînê de Rojhat wiha gotiye: ‘Dewleta Tirkiyayê bi riya tabûrên Sultan Murat û Sultan Fatih ên ji Tirkmenan ava kirine re, tifaqê bi El Nûsra û Ehrar El Şam re dike. Me tesbît kir ku berî 2-3 rojan Tirkan cebilxane teslîmî wan kirine.'

    Bi heman mijarî:

    Erdogan roja cejnê: ‘PYD û YPG rêxistinên terorîst in’
    YPG ji bo rizgarkirina Cerablûsê operasyoneke amade dike
    FLAŞ - YPG: "Tirkiye derewan dike!"
    YPG: 'Şehîdên me hene'
    YPG: 'Em soz didin ku riya berxwedanê berdewam bikin'
    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    Etîketan:
    Ehrar El Şam, El Nûsra, YPG, Rêzan Rojhat, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de