04:31 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ehli Sunnet TV

    Ehli Sunnet TV: ‘Bila 80 parlementerên HDPê bêpirs înfaz bikin'

    © Foto: Youtube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 75 0 0

    Ismail Hakki Bursavi, Rûhu'l-Beyan fî Tefsîri'l-Qurân, c 5, r. 497, Sûreya Enbiyayê, ayeta 68an
    © Foto: Arşîv
    Ismail Hakki Bursavi, Rûhu'l-Beyan fî Tefsîri'l-Qurân, c 5, r. 497, Sûreya Enbiyayê, ayeta 68an

    Di van rojên dawîn de nûçeyeke Ehlisunnet TVyê bi awayekî berbelav li ser medyaya civakî tê weşandin ku nûçegihanê TVyê mîkrofonê dirêjî esnafekî rihdirêj dike û bîr û baweriyên wî yên derbarê HDPê de dipirse.

    Kesê ku diaxive li ber dezgehê dukanekê çi tê ber devê ji HDPê re bi taybetî û ji kurdan re jî bi giştî dibêje.

    Beşdarê bernameyê piştî gelek nifir û heqaretan pesna dewlet û hikûmetê dide. Herwiha daxwazê ji meclisê dike ku biryara îdamê vegerîne û temamiya 80 parlementerên HDPê bêpirs înfaz bike. 

    Hêjayî gotinê ye ku Ehlisunnet TV li ser înternetê bernameyên televîzyonî amade dike; fîlm, hevpeyvîn û bernameyên xwe bi riya medyaya civakî diweşîne. Bernamesaz di bernameyên xwe de pirî caran şaşik û ebayan bi kar tînin û dixwazin ku raya giştî ya oldar ber bi bîrdoziyeke faşîzane ve bidin meşandin. Ev televîzyona înternetî

    kevneşopiya medreseyên osmanî dişopîne û bi heman zihniyetê bernameyan amade dike.

    Bi rastî dijminahiya kurdan a ji aliyê oldarên tirk ve dîrokî ye û di tefsîrên wan ên Quranê de jî li ser bingehên hîç û pûç heqaret li kurdan hatiye kirin. Ismaîl Hakki Bursewî sala 1705an tefsîreke bi navê Rûhu'l-Beyan fî Tefsîri'l-Qurân nivîsandiye û di cildê 5emîn rûpela 497an de ji bo ayeta 68an a Sûreya Enbiyayê nifir û heqaretan li temamiya kurdan dike. Ev tefsîr nêzikî 300 salî di medreseyên osmanî de hatiye xwendin û feraseteke giştî ji oldarên tirk re ava kiriye. Lewre kesên ku li ser wê kevneşopiyê diçin dikevin heman xendeqa derewan. Bursewiyê ku di jiyana xwe de neçûye Kurdistanê hedîsekê şaş wate dike û wan agehiyên şaş dike bingehê nesleke şaş.

    Kesên ku tirkî dizanin dikarin hevpeyvînê ji vir temaşe bikin:

    https://www.facebook.com/baranfilmmontaj/videos/909483459100563/?pnref=story

     

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Enstîtûya Washîngtonê: ‘Amerîkayê baweriya xwe ya bi Tirkiyayê winda kir'
    HDP: ‘Boykot di rojeva me de ye'
    Kurdan rekora gelên herî zilmdîtî şikand
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de