19:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarên DAIŞê

    TAYBET-DAIŞê 200 kurd xistin zindanê

    © AP Photo/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    DAIŞê, li navçeya Minbica Helebê ya bajarê Sûriyeyê 200 kurd xistin zindanê.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê rêxistina Burqan El firat Şervan Dervîş daxuyanî da nûçegihanê Sputnîkê Hikmet Durgun û got, ‘DAIŞê, li Minbicê bi ser dehan malan de girt û piraniya wan kurd hinek kuştin û zêdetirî 200 kesî jî xiste zindanê.'

    Derwîş di berdewamiya axaftina de got, ‘ DAIŞ, ji tirsa xwe re bi ser malên hemwelatiyan re digre, yên ku hatine girtin piraniya wan kurd in. Hinceta girtina wan jî bi piştgiriya YPGê ve girêdide. Li gorî zanîna ku ketiye destê me, DAIŞê sere hinek ji wan jêkiriye û kuştine. Em navê hin kesê kuştî jî dizanin. Berî ku DAIŞ têkeve Minbicê 20 hezar malên kurdan hebûn, lê niha ev hejmar daketiye derdora hezar malî. DAIŞ ketiye panîkê ji bo ku li herkesî bi çavê casustiyê temaşe dike.'

    Karmendê Saziya Elektrîkê ya Tikiyayê xetan ceryanê nû dike, Farqîn
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Şervan Derwîş di dawiya axaftina got, ‘ ji bo ku em Minbicê rizgarbikin, tekoşîna me li hemberî DAIŞê dê berdewam be.'

    Bi heman mijarî:

    Di navbera DAIŞ û Pêşmerge de şerekî giran
    DAIŞ ji Iraqê vedikişe
    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    Li Kerkûkê 45 DAIŞ hatin girtin
    Etîketan:
    DAIŞ, Şervan Derwîş, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de