21:19 24 Mijdar 2017
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan: ‘Bi tabûtên vala merasîman dikin'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Karayilan daxuyanî da û got ‘Cenazeyê Tolga Artuk di destê me de ye.'

    Navenda Nûçeyan — Li Oremarê demeke berê navbera şervanên HPGê û hêzên tirk de şerekî dijwar qewimîbû. Dawiyê de li herêma Geliyê Doskî dema wesayîta leşkerî ya zirxî derbas dibû ji hêla HPGê ve bombe hat teqandin û di encamê de 16 leşkerên tirk jiyanên xwe ji dest dan.

    Angorê nûçeya BÎRGUNê Mûrat Karayilan derbarê şerên li Oremarê de daxuyanî da û got ‘Cenazeyê Tolga Artuk di destê me de ye.'

    Mûrat Karayilan agahîyên çapemeniya tirk derewand û diyar kir ew merasîma cenezeyê ku ji bo Çawîşê Pispor Tolga Artuk hatî kirin jî derew e.

    Karayilan derbarê vê mijarê de wiha got:

    ‘Kesî nekarîbûn cenazeyen van leşkeran ji wir rakin. Gelê sivîl bi destûra gerîla hatin cenaze rakirin û teslîmî dewletê kirin. Lê kesî spasiyên xwe pêşkêş jî nekir. Hînê cenazeyek (Tolga Artûk) li qadên gerîla ye. Lê belê, weke ku merasîma cenazeyê vî çawişê pispor hatiye kirin, di çapemeniyê de hat nîşandan. Halbûkî cenaze li vir e. Qet nebe; ewraqên li ser vî cenazeyî yên Tolga Artûk e. Me ev yek ji raya giştî re jî aşkera kir, lê kes xwedî li cenaze derneket. Eger hin rêxistinên civakî yên sivîl werin, em ê karibin cenazeyê teslîm bikin. Dikarin bên cenaze rakin û teslîmî malbatê bikin. Dikarin tespîta DNAyê jî bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Êdî em ketine pêvajoya avakirina Kurdistana Azad
    Karayilan: 'Erdogan ji bo 400 parlamenterî şer derxist'
    Karayilan: Em bi sozên AKPê xapiyan
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Etîketan:
    HPG, Tolga Artuk, Mûrat Karayılan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de