05:08 24 Mijdar 2017
Zindî
    Qetlîama Siûdî

    Hejmara heciyên Kurd yên mirî derket 9an

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Di bûyera recmkirina şeytan de, hejmara kurdên ku jiyana xwe ji dest dan derket 9an.

    Navenda Nûçeyan — Saziya Ziyaret a Hecê ya Urmiyê, li Erebîstana Siûdî di izdîhama recmkirina şeytan de hejmara miriyên heciyên kurdên Rojhilat wekî 9an nişan da.

    Di daxuyaniya saziyêde hat gotin ku,' di faciaya Mînayê de 9 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 3 ji wan jin in. 9 kesên mirî, 6 ji Mehabadê û 3 mayî jî ji Nehedê, Bokan û ji Piranşarê ne.'

    Hat ragihandin ku, heta niha 14 kes windayîne û di derheqê wan tu malûmat tunene.

    Her wiha Saziya Karûbarên Hecê ya Îranê daxuyanî da û got, di faciaya Mînayê de 169 hemwelatiyên Îranê jiyana xwe ji dest dane û 298 kes jî windayîne. Di bûyerê de 56 hecîyên Îranî jî birîndar bûne.'

    Wezîrê Tenduristî yê Erebîstana Siûdî Xalid Fatih ragihand ku, ‘di bûyera recmkirina şeytan de 769 hecî jiayana xwe ji dest dan û 934 hecî jî birîndar bûne.'

    Bi heman mijarî:

    Dengê Amerîkayê çima hecî kuştin?
    Hecî Mehmûd: Heta ala Kurdistanê li Hemrîn biçikînin, pêşve diçin
    Bi Wêne – Hevjîna Hecî Mehmûd, Amîne Xanî jî di eniya şer de ye
    Etîketan:
    Îran, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de