16:59 21 Mijdar 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê

    Li Sûrê êriş: 5 zarok birîndar in

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Polêsan li taxa Fatîhpaşayê 2 jê giran 5 zarok birîndar kirin.

    Tîmên taybet bi piştgiriya nîşangiran bi ser taxê Hasirli û Fatîhpaşayê ya Sûrê de girtin û êriş pêk anîn. Di êrîşa polêsan de 5 zarok birindar bûn.

    Birayên hev Mehmet Ali Tekin û Yusuf Tekin û zarokên bi navê Songun Kaya, Ali Kaya û Şeyhmus Seviptek birîndar in.

    Hat ragihandin ku zarok bi gulebarandina polêsan birîndar bûne. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî.

    Hat hînbûn ku zarokên birayên hev Mehmet Alî Tekîn û Yusuf Tekîn jî ji ber rewşa wan giran bûn sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. 

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDP'yî û rêveberên DBP'yî diçin Lice û Sûrê
    Li taxeke Sûrê serdegirtina polêsan û berxwedana niştecihan
    Gelê Amedê bendan rakirin û ber bi Sûrê ve dimeşin
    FLAŞ-Demirtaş diçe Sûrê
    Polêsan li Sûrê welatiyekî birîndarkirin.
    Li Sûrê û Farqînê derketina derve hat qedexe kirin
    Etîketan:
    Yusuf Tekin, Mehmet Ali Tekin, Sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de