17:51 23 Mijdar 2017
Zindî
    Viyan Dexîl

    Parlamentera kurd bang kir got: "Bila Şengal gi azad be"

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Parlamentera kurd a êzîdî li Bexdayê Viyan Daxîl daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku, însiyatîva wî jin û keçên kurd ên êzîdî jî bigire.

    Şengal — Heyder Ebadî însiyatîva Kampanyaya Niştimanî ragihandiye û tê de dê kuştiyên milîsên Heşdul Şeibî yên şîeyan û hêzên polîs û artêşê di şerê li dijî terorê de wek şehîd bên dîtin û malbatên wan bên xelatkirin.

    Viyan Daxîl di daxuyaniyekê de, daxwaz ji Ebadî kir ku, însiyatîva Kampanyaya Niştimanî berfirehtir bibe û şehîdên Şingalê û Tileferê jî li xwe bigire, da ku alîkarî bigihên malbatên wan ên ku koçberî Herêma Kurdistanê bûne.

    Daxîl daxwaz dike alîkariyên ku bi ser malbatên kuştiyên Heşdul Şeibî û hêzên polîs û artêşê de tên belavkirin, malbatên şehîdên kurd ên êzîdî jî li xwe bigirin.

    Wê parlamantera kurd herwiha daxwaz dike ku ew keç û jinên êzîdî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, ew jî mûçeyan werbigirin ji ber ku rewşa wan pir xerab e.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDP'yî û rêveberên DBP'yî diçin Lice û Sûrê
    HDP: ‘Boykot di rojeva me de ye'
    Leşker bû qurbanî û fermandar ji ceza filitî
    Nasnameya endamê HPGê yê înfazkirî diyar bû
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn Mamosteyê Mezin e'
    Etîketan:
    Viyan Dexîl, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de