11:19 21 Mijdar 2017
Zindî
    Polês - bûyer

    Li Bismilê zarokek 9 salî hat kuştin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Li gorî agahiyan vê êvarê li navçeya Bismilê di navbera hêzên Tirkiyeyê û endamên YDG-Hê de pevçûn derket.

    Navenda nûçeyan-Li navçeya Bismilê ya Amedê roketek li xaniyekê ket û di encamê de zarokek 9 salî jiyana xwe ji dest da.

    Li Bismile duh şev di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) ku ser bi PKKê ve ye û hêzên Tirkiyeyê de pevçûn derketi. Qeymiqamê Bismilê li çar taxên bajêr heta fermanek duyem qedexeya derketina derve îlan kiribû.

    Hat gotin roketek bi xaniyê welatiyekê ket di encamê de zarokek 9 salî ya bi navê Elif Şimşek jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.

    Hêj diyar nebûye ew roket ji aliyê kê ve hatiye avêtin.

    Bi heman mijarî:

    Leşkeran li Elkê 4 sivîl kuştin.
    Jinfiroşê DAIŞê hate kuştin
    HPG: ‘75 polês û leşkerên tirk hatin kuştin'
    FLAŞ - HPGê got: 'Di meha Îlonê de 586 leşker polîs û tîmên taybet hatine kuştin'
    Etîketan:
    YDG-H PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de