03:12 25 Mijdar 2017
Zindî
    penaber-zarok-alîkariya mirovî

    Di nav zarokan de mayin teqiya: 8 birîndar in

    © Sputnik/ Maxim Blinov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4701

    Li gundê Bobanê, mayina ku zarokan li ser xeta mayinan dîtin di nav wan de teqiya.

    Di teqînê de zarokên bi navê Şevîn (9), Lava (9), Ferzad (10), Hamudê (6), Înas (6), Ronas (8), Malva (7) û Bêrîvan Musa (7) ku xizmên hev in birîndar bûn

    Li gundê Bobanê yê Kobaniyê di nav zarokan de mayin teqiya. Di teqînê de 8 zarok birîndar bûn.

    Zarokên ku birînên wan giran bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsa a Rihayê.

    Li gorî bijîjkên nexweşxaneyê, rewşa Malva, Bêrîvan, Hamudê û Înas Musa nebaş e.

    Tê zanîn ku çekdarên DAIŞê piştî derketina ji herêma Kobaniyê, gelek mayin li şûna xwe hiştine û ev ne cara yekem e ku ew mayin bi sivîlan diteqin.

    Bi heman mijarî:

    Li Farqînê teqîn
    Li Wan û Colemêrgê teqîn: '24 leşker birîndar in'
    Li Serêkaniyê teqîn
    Li Qamişloyê teqîn
    Li Tetwanê teqîn: 4 birîndar
    Etîketan:
    DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de