06:32 23 Mijdar 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: PKK û Erdogan nahêlin HDP ser bi keve

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê HDPê û PKKê de daxuyanî da û ragihand: 'PKK naxwaze HDP di hilbijartinan de ser bi keve.'

    Navenda Nûçeyan — Kemal Kiliçdaroglu derbarê beşdarîkirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên dahatî yên Tirkiyeyê û şerê niha yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Bakurê Kurdistanê de daxuyanî da.
    Kiliçdaroglu ragihand:"PKK naxwaze HDP di hilbijartinan de serkevtinê bi dest bixe."

    Kiliçdaroglu herwiha destnîşan kir, ku "parlamento cihê dawîanîn bi şer û xwînrijandinê ye û HDPê 80 parlamenter hene, lê belê ligel wê çendê welatiyên kurd ligel Îmraliyê (wek amaje bi Abdullah Ocalan) ne û faktora Qendîlê li derveyê parlamentoyê kî roleke mezin heye û ew yek jî bûye sedema arîşeyan bo HDPê.

    Serokê CHPê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ez di wê baweriyê de me ku hewlek heye da ku arîşe aloztir bibe. Çalakiyên PKKê pêgeh û helwesta HDPê lawaz dike. HDPê şermezar dike. PKKê dixwaze hejmara dengên HDPê kêm bike û di hilbijartinan de ew partî serkevtî nebe."

    Kemal Kiliçdaroglu di beşa dawî ya daxuyaniya xwe de tekez kir, ku PKK û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser yek rêyê pêngavan davêjin û bi hev re kok in ku bi awayekê nepenî dijatiya HDPê bikin da ku rastî şikestinê were û benda %10 a hilbijartinan derbas neke.

    Hilbijartinên 26mîn xûla Parlamentoya Tirkiyeyê di 7ê Hezîran a îsal de birêveçûn û tê de HDPê karî benda %10 a hilbijartinan derbas bike û %13.2ê dengan bi dest bixe.

    Li gor encmaên hilbijartinên 7ê Hezîranê, ti partiyan nekarî bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne û hewlên AKPê bo pêkanîna hikûmeteke hevpeymaniyê jî serkevtî nebûn û ji ber wê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryara hilbijartinên pêşwext da.

    Serokê Komisiyona Bilinda Hilbijartinên Tirkiyeyê Sadi Guven ragihand, roja 1ê Mijdara îsal dê hilbijartinên parlamentoyê werin dubarekirin.

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê kurd: "Bila kurd bibin yek"
    FLAŞ- Tirkiyê eşkere kir got: "81 rojan de 1337 PKKyî û 129 leşker mirin
    Hizbullah: 'Li Rojhilata Navîn, Sûriya hevalbendê yekanê yê Rûsyayê ye'
    FLAŞ - HPGê got: 'Di meha Îlonê de 586 leşker polîs û tîmên taybet hatine kuştin'
    Rûsya li dijî DAIŞê bi Iraq, Îran û Sûriyê re hevkariyê dike
    Dengên HDPê herî kêm %12 ye
    Etîketan:
    CHP, Kemal Kılıçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de