05:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Hizbûllaha Libnanî Hesen Nesrellah

    Hizbullah: 'Li Rojhilata Navîn, Sûriya hevalbendê yekanê yê Rûsyayê ye'

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah di hevpeyvîneke ligel televîzyona ‘El-Menar'ê ya Libnanê de got ku tevgera Rûsyayê teqez û eşkere ye; herwiha hevalbendekî wê yê din jî li Rojhilata Navîn nîn e.

    Di berdewamiya axaftina xwe de Nasrallahî wiha got: ‘Wekî Hizbullah tevgera me ya derbarê Sûriya û herêmê de jî eşkere ye. Her çi kesê ku alîkariya ewlehiya herêmê bike û xetereyan jê dûr bixe, em dikarin pê re bixebitin. Herwiha statûyeke me li vê deverê heye û em di nava dewletê de hêzekê ava nakin. Hêza xwe ji bo başkirina deverê bi kar tînin'

    Derbarê têkoşîna DYAyê ya li dijî DAIŞê jî got: ‘Ev hewldaneke mexlûbiyetê ye. Di vî 5 salê şer de armanc bidestxistina Şamê bû û ev encam di qirika wan de ma. Serokê Sûriyayê Beşar Esed li ber xwe da û teslîm nebû. Êdî Esed bûye parçeyekî krîza Sûriyayê ye û bêyî wî çareserî nabe. Ji bo çareserkirina krîza penaberiyê jî divê ev şer raweste. '

    Nasrallahî derbarê Tirkiya û Îranê de wiha got: Îran li dijî Îsraîlê hevpeymanê Sûriyayê ye û tevî karên wê yê hundirîn nabe. Lê Tirkiya dixwaze hikûmetê wergerîne û çekan dide grûpên terorîst. Divê Tirkiya demildest dest ji vî karê xwe vekişîne.'

    Bi heman mijarî:

    Çavkaniyên `Hizbullah` redkirin ku rêberê rêxistinê mir be
    Îsraîl û tehdîda DAÎŞ`ê
    Îsraîl li Hemas da
    Rûsya li dijî DAIŞê bi Iraq, Îran û Sûriyê re hevkariyê dike
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Etîketan:
    Hizbullah, Hesen Nasrullah, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de