16:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Rûdawê nûçeya AAyê derewand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Rûdawê îdiaya AAyê ku îro got 'pêşmerge çûye Rojavayê' derewand.

    AAyê îro îdia kiribû ku 6 hezar pêşmerge derbasî Rojava bûne. Lêbelê li gorî agahîyên Rûdawê bi dest xistine ev îddia derew e.

    Di nûçeya Rûdawê de hat gotin ku, Berpirsekî Pilebilind ê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nexwast navê wî were eşkerekirin, li ser agahiyên derbarê çûna beşek ji Hêzên Pêşmerge yên Rojava bo nav sînorê Rojavayê Kurdistanê red kir.

    Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyeyê (PDKS), Nûrî Birîmo jî derbarê mijarê de axivî û got: ‘Tu hêzeke Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê heya niha derbas nebûne û agahiyên derbarê çûna wan de derew in.'

    Bi heman mijarî:

    AA: ‘6 hezar pêşmerge derbasî Rojavayê bûn'
    ‘Ji Demirbaş re azadî'
    Li Dêrsimê şer: Serbazekî bi rutbeya 'binbaşi' jiyana xwe ji dest da
    HPG: 'Me balafira keşfê ya bi navê Bayraktar xiste xwarê'
    Etîketan:
    Wezareta Pêşmerge, PDKS, Nûrî Birîmo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de