18:03 23 Mijdar 2017
Zindî
    Abdullah Demirbaş

    ‘Ji Demirbaş re azadî'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 145 0 0

    Serokê Şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demirbaş ev cara duyemîn e tê zindankirin. Lêbelê hat ragihandin ku ji ber nexweşiyê rewşa Demirbaş çiqas diçe xirabtir dibe.

    Navenda Nûçeyan — Ji sala 2009an vir ve bi hezaran siyasetmedar, nivîskar, xwendekar û welatiyên kurd bi ser ‘doza KCKê' hatin binçavkirin û girtin. Li gelek navçe û bajarî serokên şaredariyan, endamên partî û saziyên sivîl bi salan hatin zindankirin û gelekên wan hêjî di zindanê de ye.

    Yek ji wan sîyesetmedarê kurd Abdullah Demirbaş e ku di wê demê de hat girtin. Piştî girtina Demirbaş dozgeriyê biryara tehliyeyê da. Lêbelê demek kurt ser debasbû û Demirbaş carek din hate girtin.

    Abdullah Demirbaş bi salan e nexweş e û dema kete zindanê jî çiqas raporên bijîşk û heyetan hebe jî derbarê wî de tu tiştek nehatiye kirin û çiqas diçe rewşa wî girantir dibe.

    Heta vê demê gelek derdoran  ji bo serbest berdana Demirbaş bang li rayedarên dewletê kirine lê tu encameke erênî derneketiye holê.

    Îro jî Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxuyanî da û xwestin girtiyên siyasî Abdullah Demîrbaş û endamê YPGê Vedat Dag serbest bên berdan.

    Li gorê raporên bijîşkan jî diyar e ku eger Abdullah Demir neyê berdan wê rewşa wî girantir be û bikeve xetereyê.

    Li ser gelek rûpelên malperan û medyaya civakî de ji bo serbest berdana Abdullah Demirbaş kampanyaya ‘Ji Demirbaş re azadî' dan destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Şaredariya Bazidê hat girtin
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Hevşaredarê Dihê Kiliç jî ji wezîfeyê hat hildan
    Hevşaredarê Farqînê Teke jî ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    HDP, Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, Abdullah Demirbaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de