07:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    ‘Pêwîst e peymana Lozanê were hilweşandin'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Elî Bapîr li Brukselê beşdarê kongreya KNKê bû û got: ‘Divê peyamana Lozanê êdî were hilweşandin.'

    KNKê 15. Kongreya Civakî li Brukselê li dar xist. Gelek derdor û partiyên kurd û cîhanê beşdarê kongreyê bûn.

    Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr jî beşdarê kongreyê bû li wir axatineke kir. Bapîr got: ‘Ew zordariya ku li gelê kurd hatiye kirin, gelên cîran jî tê de beşdar in, lê belê pêwîst e em wê rastiyê jî bizanin ku em bi Syks-Picot hatine girêdan û çawan ku pêwîst e em gazindan li cîranê xwe bikin, wisa jî gerek me gazindan li welatên avakirê Syks-Pickotê hebe.'

    Bapîr daxwaza hewl danê kir ku neveroka peymana Lozanê were hilweşandin ku mafê rewa yê kurdan bo dewletbûnê ku di peyama Sevrê de hatibû naskirin, tê de hat binpêkirin û dest bi înkarkirina wê hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Komeleyê Elî Bapîr sirûda 'Ey Reqîb' qebûl nake
    KNK: ‘15emîn kongreya xwe li dar dixe'
    Karayilan: Êdî em ketine pêvajoya avakirina Kurdistana Azad
    Karayilan: 'Erdogan ji bo 400 parlamenterî şer derxist'
    Karayilan: Em bi sozên AKPê xapiyan
    Etîketan:
    Komela Îslamî, KNK, Elî Bapîr, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de