19:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Sefîn Dizeyî

    ‘Hikûmeta Îraqê 6 milyar dolarê Kurdistanê nedaye’

    © Foto: cabinet.gov.krd
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji 8 milyar dolarê Kurdistanê tenê 2 milyar şandiye û got ‘ ji ber wê jî em neçar bûn bi serê xwe petrolê bifroşin’

    Herêma Kurdistanê nêzîkî 3 mehan e bi serê xwe petrola xwe difroşe û ji bin hîmayeya Bexdayê derketiye.

    Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser firotina petrola Kurdistanê got: ‘Li gorî qanûna bûdceya sala 2015yê ya Îraqê diviya Bexdayê mehane yek milyar dolar bida Kurdistanê lê wisa nekir.

    Sefîn Dizeyî da zanîn ku diviya Bexdayê 8 milyar dolar bida Kurdistanê lê tenê 2 milyar daye û got, ji ber wê jî Herêma Kurdistanê neçar ma ji 1ê Tîrmeha îsal de bi serê xwe petrolê bifroşe.

    Dizeyî anî ziman ku ew her dem hewl didin bi rêya diyalogê nakokiyên bi Bexdayê re çareser bikin.

    Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li ser wê yekê li hev kiribûn ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û Bexda jî mehane milyarek dolar bide Hewlêrê.

     

    Bi heman mijarî:

    Bayik: 'Vekişîn û çekdanîn êdî ne mumkin in'
    DOSYE - Duh li Elkê (Beytuşebabê) çi qewimî?
    Bernameya HDPê ya hilbijartinê eşkere bû
    Pûtîn: ‘Em dixwazin Esed ji vê krîzê xelasbikin'
    Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmez hate binçavkirin
    Di navbera DAIŞ û Pêşmerge de şerekî giran
    Daristan cigera Kurdistanê ne û ji bo kêfa kê dişwetin?
    Etîketan:
    Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de