04:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    Dayîkên Şemiyê hafteya 553.

    Roja Dayîkên Şemiyê...

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Dayikên Şemiyê li Stenbolê cara 548emîn ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin li Qada Galatasarayê hatin cem hev û diyar kirin ku heta ku şer bidome dê cejnê pîroz nekin.

    Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin pirsin di hefteya 548emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

    Dayîkên Şemiyê di çalakiyê de pankarta ‘Kiryar diyar in winda li kû ne' vekirin û wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîl girtin destên xwe.

    Malbatên ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin û malbata Berkîn Elvan jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê.

    Di çalakiyê re aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di 1994an de li Enqereyê hate binçavkirin û windakirin pirsîn xwestin kiryar bên darizandin û peyama ‘cejna me roja aştiyê ye' dan.

    Dayikên Şemiyê pişti daxuyaniyê belav bûn û hefteyek din dê dîsa kom bibin.

    Bi heman mijarî:

    Bayik: 'Vekişîn û çekdanîn êdî ne mumkin in'
    AA: ‘6 hezar pêşmerge derbasî Rojavayê bûn'
    KESK, DÎSK, KURDÎ-DER, DODEF: ‘Dibistanan boykot bikin'
    DOSYE - Duh li Elkê (Beytuşebabê) çi qewimî?
    Karayilan: Êdî em ketine pêvajoya avakirina Kurdistana Azad
    Huda Kaya: 'Xwînrij di cejnê de jî li ser kar bûn'
    Jinfiroşê DAIŞê hate kuştin
    Etîketan:
    Kenan Bîlgîn, Qada Galatasarayê, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de