19:36 23 Mijdar 2017
Zindî
    Bi hezaran kes dimeşin Sûrê - DÎSK - KESK -TMMOB

    KESK, DÎSK, KURDÎ-DER, DODEF: ‘Dibistanan boykot bikin'

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Saziyên sivîl ên civakî derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî daxuyanî dan û ji xwendekaran xwestin ku dibistanan boykot bikin.

    Li Amedê sendîqa û komeleyên weke KESK, DÎSK, Komeleya 78iyan ku her yekî li saziyên xwe civîna çapemeniyê lidarxistin, diyarkirin ku ew tevlî banga KCDê ya hefteyek boykotkirina dibistanan dibin.

    Platforma Şaxên KESKê yên Amedê daxuyanî da çapameniyê. ji hêla Hevserokê Şaxa BESê ya Amedê Bedîrhan Çetînkaya ve hat xwendin. Çetînkaya balkişand li ser banga KCDê û got ew dibistana boykot dikin û zarokên xwe naşînin dibistanan.

    Şaxa Komeleya 78iyan a Amedê jî banga boykotkirina dibistanan kir. Daxuyanî ku di avahiya komeleyê de hat dayîn ji hêla Hevserok Gani Alkan ve hat xwendin. Alkan anî ziman ku ew bang li hemû gelê xwe dikin ku ji 28ê Îlonê pê ve, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî zarokên xwe neşinîn dibistanan û boykot bikin.

    Şaxa KURDÎ-DERê ya Îzmirê derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Ali Yalçinkaya, ani ziman ku di aliyê perwerdehiyê de xwendekarên bi zimanê biyanî perwerde dibin rastî neheqiyê tên û xwest her kes ji bo zimanê zikmakî, dibistanan boykot bike.

    Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) jî bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin xwendekar dibistanan boybot kirin. DODEFê, bi boneya perwerdehiya zanistî, demokratîk û bêpêre banga boykotê kirin. 

    Bi heman mijarî:

    KCD: 'Eger ziman bê asimîlekirin, Quran jî dê asimîle bibe'
    KCD: ‘Kongreya PYD'ê kongreya neteweyî ye'
    Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir
    Etîketan:
    DODEF, DİSK, KCD, KESK, Ali Yalçinkaya, Gani Alkan, Bedîrhan Çetînkaya, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de