03:01 25 Mijdar 2017
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan: Êdî em ketine pêvajoya avakirina Kurdistana Azad

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16800

    Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan, di peyama xwe ya ji bo 15. Civata Giştî ya KNKê de got: ‘Em êdi di pêvajoya dameziradina Kurdistana Azad de ne.'

    Navenda Nûçeyan - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Brukselê 15. Kongreya xwe ya Civata Giştî pêk anî.  Bi sedan endamê KNKê, çavdêr, rêxistin, nûnerên saziyan û  44 partiyên ji Kurdistan û cîhanê beşdarê kongeryê bûn.

    Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan jî, ji bo kongreya KNKê nameyeke şand û da xuyakirin ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî û girîng re derbas dibe.

    Karayilan di nameya xwe de got: ‘Pêvajoya em tê de ne, pêvajoya avakirina Kurdistana Azad e. Ji ber vê yekê, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye'

    Mûrat Karayilan bibîr xist, ku di vê pêvajoyê de pêwîstî bi yekîtî û hevgirtina Kurdan heye û got, ‘Di pêvajoyeke girîng de, bêguman ji her demê bêhtir pêwîstiya gelê me bi yekîtiyê heye. Her wiha di pêvajoyeke bi vî rengî de, hem ji bo serketina pêngava gelê me, hem jî ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî, ez bawerim ku KNKê wê rola xwe bilîze û mora xwe deyne binê xebateke girîng.'

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: 'Erdogan ji bo 400 parlamenterî şer derxist'
    Karayilan: Em bi sozên AKPê xapiyan
    Bayik: ‘Me hêvî neda kesî ku em ê dewleta Tirkiyayê têk bibin'
    Bayik: Tirkiye wê yekê bike dê şer dest pê bike
    Etîketan:
    KNK, KCK, Mûrad Karayilan, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de