06:27 23 Mijdar 2017
Zindî
    Kabe - Erebîstana Siûdî

    6 heciyên Mehabadî jiyana xwe ji dest dan...

    © AP Photo/ Mosa'ab Elshamy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 45 0 0

    Li gorî agahiyên dawî heta niha 6 heciyên Rojhilatî di bûyera merasîma ‘recma şeytan' de li Erebistan Siûdî jiyana xwe ji dest dane û rewşa derdora 30 heciyî jî nayê zanîn.

    Navenda nûçeyan-Duhî li herêma Mîna ya bajarê Meke yê Erebistanê, bi milyonan hecî tevlî merasîma ‘recma şeytan' bûn lê ji ber zêdebûna heciyan û girtina rê, qelebaxiyek mezin çêbû û bi sedan hecî mirin û bi sedan hecî jî birîndar bûn.

    Di nav miriyan de heciyên gellek welatên mîna Îran û Tirkiyê jî hene. Li gorî medyaya Îranê, heta niha 131 heciyên îranî di bûyera Mînayê de mirine û bi dehan hecî jî birîndar bûne.

    Li gorî agahiyan, 6 heciyên Mehabadî mirine û derdora 30 heciyên Mehabadî jî winda ne û nayê zanîn ka rewşa wan çiye. Hat gotin ku heciyekî Kirmaşanî jî birîndar bûye lê rewşa wî baş e.

    Ragihandina Îranê ya fermî îdia dike ku, tenê 3 heciyên Mehabadî jiyana xwe ji dest dane.

    Hat zanîn ku 4 heciyên Tirk jî di bûyera Mînayê de mirine û 5 ji wan jî winda ne.

    Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê ragihand ku, di bûyera Mînayê de tiştek bi heciyên Başûrê Kurdistanê nehatiye.

    Li gorî agahî û amarên fermî, heta niha 753 hecî di bûyera Mînayê de mirine û 887 hecî jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Dengê Amerîkayê çima hecî kuştin?
    Hecî Mehmûd: Heta ala Kurdistanê li Hemrîn biçikînin, pêşve diçin
    Bi Wêne – Hevjîna Hecî Mehmûd, Amîne Xanî jî di eniya şer de ye
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de