05:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mitînga HDP - DBP - KCD - KJA li Amedê

    Bernameya HDPê ya hilbijartinê eşkere bû

    © Foto: DBP - HDP Navend
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Derveyî Welat, bernameya xwe aşkera kir. Li gor vê; bernameya 24'ê Îlonê wê destpê bike û dê 18'ê Cotmehê jî bi dawî bibe.

    Navenda nûçeyan-Di daxuyaniya Koordînasyonê de hat destnîşankirin ku: "Em bang li gelên xwe, dost û hilbijêrên xwe dikin ku bi girseyî tevlî van aktîvîteyan bibin û xwedî li berxwedana gel derkevin û li derdora HDP'ê bibin yek."

    Bernameya aktîvîteyan ya ji aliyê koordînasyonê ve hatiye eşkerekirin wiha ye:

    ‘24-26'ê Îlonê parlamenterê me yê Îzmîrê Muslum Dogan li Awûstûryayê wê bi hilbijêrên HDP'ê re hin rêze civînan pêk bîne.

    25'ê Îlonê li Berlînê bi tevlîbûna Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş re wê aktîvîteyeke hilbijartinê ya navendî pêk bê.

    25'ê Îlonê li Elmanya/Saarburcken, bi tevlîbûna parlamenterê me yê Stenbolê Tûrgût Oker wê panelek bê lidarxistin.

    25'ê Îlonê li Elmanya/Celle bi tevlîbûna Alî Atalan wê civîneke gel bê lidarxistin.

    26'ê Îlonê li Swîsre Zûrîh ê civîneke mezin were lidarxistin. Wê parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar tevlî vê civînê bibe.

    26'ê Îlonê li Elmanya/Nurnberg panelek bê lidarxistin. Parlamenterê Amedê Ziya Pîr wê tevlî panelê bibe.

    26'ê Îlonê li Kolnê bi tevlîbûna Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş aktîvîteyeke navendî ya hilbijartinê bê organîzekirin.

    26'ê Îlonê li Elmanya/Pforzheîm bi tevlîbûna parlamentera me ya Mêrdînê Gulser Yildirim wê civîneke gel bê lidarxistin.

    26'ê Îlonê li Elmanya/Bodensee bi tevlîbûna parlamenterê me yê Dîlokê Prof. Dr. Mahmut Togrûl wê civîneke gel bê lidarxistin.

    26'ê Îlonê li Elmanya/Stuttgart bi tevlîbûna wekîlê me yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim wê civîna gel bê lidarxistin.

    26'ê Îlonê li Elmanya/Oldenburg bi tevlîbûna wekîlê me yê Êlihê Alî Atalan wê civîna gel bê lidarxistin.

    26'ê Îlonê li Elmanya/Karlsruhe bi tevlîbûna parlamenterê me yê Stenbolê Turgut Oker wê panelek bê lidarxistin.

    27'ê Îlonê li Elmanya/Heilbronn bi tevlîbûna wekîlê me yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim civîna gel bê lidarxistin.

    27'ê Îlonê li Elmanya/Munchen jî bi tevlîbûna wekîlê me yê Dîlokê Prof.Dr. Mahmut Togrûl civîna gel pêk bê.

    27'ê Îlonê li Freiburg bi tevlîbûna wekîla me ya Mêrdînê Gulser Yildirim civîna gel bê lidarxistin.

    27'ê Îlonê li Gissen/Siegen bi tevlîbûna Parlamenterê me yê Êlihê Alî Atalan wê civîna gel bê lidarxistin.

    27'ê Îlonê li Hambourgê bi tevlîbûna Hevserokê me Selahattîn Demîrtaş wê aktîvîteyeke giştî ya navendî bê organîzekirin.

    27'ê Îlonê li Elmanya/Rheinland Pfalz, wê wekîlê me yê Stenbolê Turgut Oker tevlî panela platforma Elewiyan bibe.

    27'ê Îlonê li Fransa/Strasbourg û derdora wê bi tevlîbûna Parlamentera me ya Mersîn Çîlem Oz wê panelek bê lidarxistin..

    28'ê Îlonê li Werder Bremen bi tevlîbûna Alî Atalan wê civîna gel bê lidarxistin.

    2'yê Cotmehê li Elmanya/Hanau bi tevlîbûna wekîla me ya Stenbolê Huda Kaya wê civîna gel bê lidarxistin.

    HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
    2/3 û 4'ê Cotmehê li Başûrê Fransa bi tevlîbûna wekîla me ya Agirî Leyla Zana wê civînên gel bên lidarxistin.

    3'yê Cotmehê li Munîh Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel wê tevlî şeva piştevaniyê ya HDP'ê bibe.

    3'yê Cotmehê li Elmanya/Treuchtlingen (Weissenburg) wê wekîlê me yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu tevlî panelê bibe.

    3'ê Cotmehê li Lînz/Avûstûryayê aktîvîteyek hilbijartinê heye. Parlamenterê me yê Amedê Îdrîs Balûken wê tevlî vê aktîvîteyê bibe.

    3'ê Cotmehê li Elmanya/Saksenê aktîvîteyek hilbijartinê heye, wê Parlamentera me ya Bedlîsê Mizgîn Irgat tevlî bibe.

    MHP û HDP
    © Foto: Cesîm Îlhan
    3'ê Cotmehê li Swîsre/Zûrîhê mîtînga HDP'ê heye, wê Parlamenterê me yê Dîlokê Celal Dogan tevlî bibe.

    3'ê Cotmehê li Elmanya/Essenê civîna gel heye, wê Parlamentera me ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar tevlî bibe.

    3'ê Cotmehê li Elmanya/Bremenê û Hambûrgê aktîvîteyên hilbijartinê hene, wê Parlamenterê me yê Stenbolê Tûrgût Oker tevlî bibe.

    3'ê Cotmehê li Stûtgartê aktîvîteya hilbijartinê ya navendî heye, wê Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş tevlî bibe.

    3 û 4'ê Cotmehê li Fransa/Evreûx û Rennesê civînên gel hene, wê Huda Kaya tevlî bibe.

    3-4'ê Cotmehê li Fransa/Bordeûxê civînên gel hene, wê Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim tevlî bibe.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Dortmûntê bi navê ‘Bi deng û rengê jinê ber bi meclîsê' wê şevek piştgiriya HDP'ê bê organîzekirin. Seher Akçinar Bayar wê wekî axaftvan tevlî vê aktîvîteyê bibe.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Kolnê aktîvîteya hilbijartinê ya ku AABF organîze dike heye, wê Tûrgût Oker û hinek parlamenterên me yên Elewî tevlî bibin.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Dusseldorfê civîna gel heye, wê Parlamenterê me yê Îzmîrê Muslum Dogan tevlî bibe.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Kasselê aktîvîteya hilbijartinê heye, wê Pinar Aydinlar tevlî bibe.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Ulmê panel heye, wê Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel û Hevserokê SYKP'ê Tûncay Yilmaz tevlî bibin.

    4'ê Cotmehê li Mûnster/Gronaûyê civînên gel hene, wê Parlamenterê Mêrdînê Erol Dora tevlî bibe.

    4'ê Cotmehê li Frankfûrtê aktîvîteyek navendî ya hilbijartinan heye, wê Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş tevlî bibe.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Hagenê Navenda Giştî ya Civaka Îslamiya Kurdistanê(CÎK) wê bi tevlîbûnek zêde civînek çapemeniyê ya ji gel re vekirî li dar bixe. Parlamenterê me yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş wê tevlî vê aktîvîteyê bibe.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Regensbûrgê aktîvîteyek hilbijartinê wê bê organîzekirin. Parlamenterê me yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu tevlî dibe.

    4'ê Cotmehê li Elmanya/Wûppertalê panel heye, wê Parlamenterê me yê Kocaelî Alî Haydar Konca tevlî bibe.

    5'ê Cotmehê li Elmanya/Gîssenê civîna hilbijartinê ya ji bo Çermokiyan heye, wê Parlamenterê me yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş tevlî bibe.

    5'ê Cotmehê li Elmanya/Kîelê li AKM'ê bi tevlîbûna Tûrgût Oker panel heye.

    6'ê Cotmehê li Elmanya/Salzgîtterê bi tevlîbûna Tûrgût Oker panel heye.

    7'ê Cotmehê li Berlîn AKM'ê bi tevlîbûna Alî Haydar Konca û Tûrgût Oker civîna gel/panel heye.

    8'ê Cotmehê li Hannoverê bi tevlîbûna Tûrgût Oker panel heye.

    9'ê Cotmehê li Elmanya/Aûgsbûrgê bi tevlîbûna Tûrgût Oker panel heye.

    10'ê Cotmehê li Munchen AKM'ê bi tevlîbûna Tûrgût Oker panel heye.

    10'ê Cotmehê li Parîsê aktîvîteya hilbijartinan a HDP'ê heye, wê Parlamenterê me yê Rihayê Osman Baydemîr tevlî bibe.

    10/11'ê Cotmehê li Hollandayê bi tevlîbûna Parlamenterê me yê Amedê Altan Tan civînên gel heye.

    11'ê Cotmehê li Elmanya/Mala Êzîdiya bi organîzeya komaleya Emmerîch civîna hilbijarinan heye. Wê Parlamentera me ya Amedê Feleknaz Ûca tevlî bibe.

    11'ê Cotmehê li Nunberg AKM'ê bi tevlîbûna Tûrgût Oker panel heye.

    18'ê Cotmehê li Londrayê bi tevlîbûna Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş aktîvîteyek hilbijartinan a girseyî heye."

    Bi heman mijarî:

    Tarkan : 'Di dilê min de HDP heye'
    Bîlgen: ‘Veguhastina sindoqan, darbe ye'
    Li Şirnexê êriş: 2 leşker hatin kuştin
    Li Mînayê 4 welatiyên Tirkiyeyê mirin û 5 jî windayîne
    Qezayeke wekî qetlîamê: 13 mirî
    Etîketan:
    HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de