06:37 23 Mijdar 2017
Zindî
    Teqîn

    Leşkeran li Elkê 4 sivîl kuştin.

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Piştî bûyera ku du leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin, Hêzên Dewleta Tirkiyeyê gundê Sertkarê ku li ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve ye dane ber topan.

    Navenda nûçeyan-Leşkeran topa hawanê avêt gundê Sertkarêyê, Di encama teqîna topa hawanê de ji heman malbatê 4 welatî hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

    Şevê din endamê PKKê li dijî Fermandariya Alaya Elkê êrîşa çekdarî pêk anîbûn û piştî êrişê leşkeran bi hawanê li derdorê top reşandin. Di encama topbaranê de 4 topên hawanê li gundê Sertkarê yê Elkê ketin û ji heman malbatê 3 welatî hatin qetilkirin.

    Di top baranê de 4 welatiyên bi navê Ahmet Temel, kurê wî Behcet û Alya Temel jiyana xwe ji dest dan. Di teqînê de Fevzi Temel û Hasan Temel jî bi giranî birîndar bûn. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya

    Qilabanê. Kesen birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'
    Gelo PKK dê mîlîtanên PYDê derbasî Tirkiyayê bike?
    AMED - Partiyên kurdistanî: "Tirkiye û PKK divê dev ji êrîşan berde"
    "PKK dixwaze xwe meşrû bike"
    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de