07:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Bîlgen: ‘Veguhastina sindoqan, darbe ye'

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (PDG) Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku, sîstema veguhastina deng a AKP'ê, wê pêbaweriya hilbijartinê ji holê rake û darbeyê bibe serî.

    Navenda nûçeyan-Bîlgen destnîşan kir ku tevî vê yekê jî wê dengê wan zêde bibe û bang li dendêran kir ku bibin endamê desteya sindoqê.

    Bîlgen, sîstema 'veguhastina deng' a bi fermana Erdogan re tê xwestin di hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de bi cih were anîn.

    Tu qîmeta hilbijartinê namîne

    Bîlgen diyar kir ku sîstema qala wê tê kirin, veguheriye mekanîzmayek yekser ji aliyê Erdogan ve bi waliyan tê meşandin û ev xal destnîşan kir ku, ‘mîna salên 90'î zext li desteyên hilbijartinê tê kirin ku di vî warî de biryarê bidin, lê belê ji aliyê destûra bingehîn ve tê zanîn ku ev biryar bi tenê dikare ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (DHB) ve were dayîn. Xuyaye niyet û plana wan ew e, di vî warî de zextê li DHB bikin û hewl bidin biryareke wiha bidin derxistin. Diyar e ya ku

    Erdogan têr bike; bikaranîna dengê vekirî û jimartina veşartî ya dengan e.'

    Bîlgen anî ziman ku, ‘Erdogan plan xistiye dewrê ku nehêle encameke ne bi dilê wî be ji sindoqan derkeve û ev yek wê nîşan bide li Tirkiyeyê teamûlên demokratîk û pêbaweriya hilbijartinan nemaye.'

    Ayhan Bilgen di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘kurd di nîşandana vîna xwe ya siyasî de her tim serkeftîne. Bêguman AKP dixwaze tevlîbûnê kêm û mirovan bêzar bike, bi vî rengî veguherîne rewşeke zehmet. Lê belê di pratîkê de ev yek bi ser nakeve.'

    Bîlgen di dirêjiya axaftina xwe de got, ‘mirov gelekî hişyar û baldar in; hay jê hene ku ev yek bi kîjan armancê tê kirin. Bi dîtina min ev hewldan wê li xwediyê xwe vegere. Li gorî min, wê ev yek bibe sedem ku dengên me yên li bajarên rojava, zêdetir bibin. Ji ber ku tê dîtin ku ev plan ji bo hiştina HDP'ê di binê bendê de û hewldaneke operasyonel e. Xuyaye psîkolojiyeke serî li ber vê bitewîne ya civakê nîne.'

    Bi heman mijarî:

    HDP: 'Yê ji bo Qralê Siûdî şînê îlan dike bila şermbike'
    FLAŞ - Orhan Miroglu îdia kir: 'Eger ku HDP ji barajê derbas bibe wê...'
    Tarkan : 'Di dilê min de HDP heye'
    HDP û EMEP: 'Di 1ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin'
    Etîketan:
    HDP, Ayhan Bîlgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de