11:06 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Di navbera DAIŞ û Pêşmerge de şerekî giran

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Çekdarên DAIŞê li Başîkê ya nêzîkî Mûsilê êrişî Pêşmerge kir; lêbelê êrişa wan hat şikandin.

    Navenda Nûçeyan — Şeva borî li devera Başîkê ya başûrê Kurdistanê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin; bi êrişê re şerekî giran di navbera her du aliyan de derket.
     
    Fermandarekî pêşmergeyan ê bi navê Mihemed Mîr Elî got: ‘Şeva çûyî saet 10:00an çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin; lê hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan da û êrişa wan hat şikandin.'
     
    Mîr Elî diyar kir ku ev şer derdora saetekê berdewam kiriye û got: 'Di wî şerî de tu ziyanek negihişte Pêşmerge.'
     
    Fermandarê Pêşmerge li ser ziyanên DAIŞê jî got: 'Em nizanin çiqas kuştî û birîndarên wan hene; lê gellek xwîn li wê derê rijiyabû.'
     
    Li gorî agahiyên pêşmergeyî, heta berbanga vê sibehê jî her du aliyan çeperên hev dane ber topan.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ji Iraqê vedikişe
    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    DAIŞ bi dest kuştina milîtanên xwe kir
    Etîketan:
    Pêşmerge, Kurdistan, Kurd, Pêşmerge, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de