04:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    HPG: ‘25 leşkerên tirk hatin kuştin'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 346 0 0

    Li gorî nûçeya ANFê HPGê daxuyanî da û got: '25 leşkerên tirk hatin kuştin'

    Navenda Nûçeyan — HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî da û diyar kir ku 25 leşkerên tirk hatine kuştin.

    Daxuyanî wiha ye:

    ‘LI GEVERÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

    Roja 21ê Îlonê, li taxên Orman û Cûmhûriyet ên navçeya Colemêrg Geverê hemberî wesayîteke zirxî, şervanên me çalakiyeke pêk anî. Di vê çalakiya ku bi çekên giran û ferdî hat kirin de, leşkerek hat kuştin, 2 leşker birîndar bûn.

    ÇALAKIYA SABOTAJÊ
    Roja 22ê Îlonê saet di 01:30 de, konvoyeke ji 50 wesayîtên zirxî ya artêşa tirk, dema ji Colemêrgê diçû Wanê, li qada di navbera gundên Bableşîn û Guzeldereyê, rastî çalakiyeke sabotajê ya şervanên me hatin. Di encama çalakiya sabotajê de wesayîteke tîpa kîrpî bi temamî îmha bû û 11 leşkerên di vê wesayîtê de mirin.

    LI ELBAKÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN
    21ê Îlonê hêzên me li rêgeha di navbera qereqola Şelegom û Wanê de çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de wesayîteke zirxî ya kirpî hat îmhakirin. Li gor agahiyên zelal di wê wesayîtê de 13 leşker hatin kuştin.'

    Bi heman mijarî:

    HPG: ‘11 leşkerên tirk hatin kuştin'
    HPG: ‘Yek jê fermandar 4 şervanên me şehîd bûn'
    HPG: ‘Helîkoptera Kobrayê hat xistin'
    Li Tatosê 3 HPG'î hatin girtin
    FLAŞ - HPG: '25 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar in'
    HPG:12 leşkerê tirk hat kuştin
    HPG: 33 polês hat kuştin
    HPG: Divê zemîn ji provokasyonan re neyê pêşkêşkirin
    FLAŞ - HPG: 3 serkomîser, 45 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    HPG, Elbak, Wan, Mêrdîn, Gever
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de