05:10 24 Mijdar 2017
Zindî
    Alayên Rûsya û Îranê

    Rûsya-Îran: Şêwrên derbarê Sûriyayê

    © Sputnik/ Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyn Amîr Abdollahiyan beriya çend rojan serdana Moskovayê kir.

    Huseyn di gotebêjên bi hevkarê xwe yê rûsî Mikayîl Bogdanov re çend pirsên derbarê pêşketina rewşa li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyayê giftûgokir. Birêz Abdullahiyan piştgirtiya Îranê ji pêşniyariya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ya derbarê pêkanîna bereyeke yekgirtî ji bo tekoşîna bi DAIŞê re dubare kir û got ku ew amade ne di vê arasteyê de hevkariyê bikin. Siyasetmedar û rojhilatnas Vladîmîr Sajîn vê derbarê de wiha diaxive:
    'Pêwîst e bê gotin ku di dema dawîn de pêwendiyên di navbera Moskova û Tehranê de çalak bûne. Mijarên van gotebêj û şêwran cur be cur in. Lê, mijara sereke ya ku her dimîne Sûriya ye.
    Beriya demeke pir nêzîk gotebêjên di navbera Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyn Amîr Abdollahiyan û hevkarê wî yê rûsî Mikayîl Bogdanov de bidawî bûn.'
    Sajîn axaftina xwe didomîne û dibêje ku  `rewşa li Sûriyayê pir tevlihev e, li welêt şerê navxweyî heye, tev dijî hev şer dikin. Ev şer sala 2011an dest pê kir û di encamê de êdî bêtirî 230 hezar kesî hatine kuştin. Jimara penaberan gihiştiye 11,5 milyon kesî.
    Beşdarên sereke yên vî şerî: 1- Alîgirên hikûmeta Sûriyayê ya bi serokatiya Beşar Esed ê ku paytext Şam û beşê rojava yê welêt di bin kontrola wan de ne. 2- `Koalisyona Netewî ya Hêzên Muxalif û Şoreşa Sûriyayê` ya ku ji aliyê dewletên rojavayî ve tê piştgirtin. 3- Koalîsyona Îslamî ya ku ji leqê `El Qaîde' ya li Sûriyayê-`Cebhat el-Nûsra`, grûpa `Lîwa` el-Tewhîd` û `Ahrar el-Şam` pêk tê. 4- Hêzên kurdî yên ku herêmên bakurê welêt ên kurdnişîn kontrol dikin. 5- DAIŞa ku beşekî mezin ê welêt zeft kiriye.
    Wek Sajîn dibêje, ev her 5 grûp ji aliyê ideolojî û nerînên xwe ve li ser pêşeroja Sûriyayê bi carekê ji hev cuda ne. Beşar Esed hewl dide ku rêjîma xwe biparêze û li Sûriyayê serok bimîne. Koalîsyona Netewî ya Hêzên Muxalif û Şoreşa Sûriyayê li dijî Esed e û hêvî dike ku Sûriyayê bike welatekî dêmokratîk. Koalîsyona Îslamî jî şer bi Esed re dike, lê dixwaze welatekî sûnî li ser bingeha şerîetê ava bike. 
    DAIŞ niha ne tenê ji bo Sûriyayê, Îraq û Rojhilata Navîn, lêbelê ji bo tevahiya cîhanê metirsîdar e. Rêberên DAIŞê bi taybetî ji xakên Sûriyayê û Îraqê dixwazin xîlafeta islamî ya mezin saz bikin. Ji ber vê yekê ew gefan dixwin ku Libnan, Urdin, Bakurê Afrîqayê jî tev li xwe bike.  Cihadî çavê xwe berdidin Misir, Israyîl, Afganistan û Pakistan, herwiha beşek ji Îran û Qafqazyayê jî. Serokên grûpên ku xwedî derfetên darayî mezin in, bi awakî çalak kar dikin ji bo ku jimara têrorîstan li tevahiya cîhanê pir bikin.
    Dijminekî bihêz li himberî civaka navnetewî rawestiyaye. Ev dijmin xwedî ideolojiyek şerxwaz e. Ji ber vê yekê pirsa derbarê sazkirina bereyek yekgirtî, sereta li xaka Sûriyayê û Îraqê di rojevê de ye. Tev hemû ciyawaziyên ideolojî, olî û leşkerî-siyasî jî, pêwîst e ku hêzên dijber li Sûriyayê bereyek yekgirtî ji hêzên ku dijî DAIŞê şer dikin, pêk bînin.
    Sajîn bi bawer e ku baştir e hevalbendên biyanî yên grûpên Sûriyayê jî tev li vê hevpeymanê bên kirin. 
    Abdullahiyan di gotebêjên bi Bogdanov re got ku `em piştgiriya diyalog û hevkariya ji bo misogerkirina aramiya li herêmê dikin`. 
    Rûsya û Îran piştgiriya hikûmeta Sûriyayê dikin û dibînin ku bêyî desthilata Sûriyayê nabe ku tekoşîn bi DAIŞê re bê kirin. Destpêkê pêwîst e DAÎŞ bê tunekirin û paşê ciyawaziyên di navbera hêzên siyasî yên li Sûriyayê bên çareserkirin. Îran ji aliyê xwe ve hîn di sala 2013an de biryar dabû ku ji bo 4 hezar tekoşerên ji Hêza Pasdaranên Şoreşa Islamî bişîne Sûriyayê. Ew li herêmên perava Sûriyayê yên nêzîkî sînorê Libnanê tevgerê dikin. Li wir jî (li Tartûs û Latakyayê) hêzên leşkerî yên Rûsyayê bi cî bûne.
    Hemahingiya siyaseta Moskova û Tehranê sebaret bi krîza Sûriyayê bê guman e. Wek Wezîrê Karên Derve yê Sûriyayê Welîd el-Muelim jî beriya demeke nêzîk ragihand: `di navbera Şam û Moskovayê de, herwiha di navbera Şam û Tehranê de hemahingiyek kûr li ser hemû asteyan heye`. Rûsyayê planên xwe pêşniyarî hikumeta Sûriyayê kirin, Tehranê jî herwisa planên xwe pêşniyar kirin. Ew bi naveroka xwe nêzîkî hev in, lê, wek siyasetmeder destnîşan dikin, digel vê yekê jî, ciyawazî hene. Li gorî nêrîna weşana amerîkî The Wall Street Journal, rêberên payebilind ên  amerîkî û ewropî jî piştgiriya nêrîna şîrovekaran dikin. Ev şîrovekar dibêjin ku berjewendiyên Moskova, Şam û Tehranê dibe ku ne wek hev bin. Lê ev yek ne metirsîdar e. Îro armanca sereke ew e ku dewleta Sûriyayê bê parastin û DAIŞ bê tunekirin. 
    Abdullahiyanî li Moskovayê ragihand ku Îran `hizreke pir baş, pir balkêş ji bo çareseriya krîza li Sûriyayê ji Beşer Esed wergirt`. Lê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê  hûrgiliyên vê hizrê de tu gotinek nekir. Em bihêvî ne ku ev plan li gorî tê xwestin be. '
    Sajîn gotina xwe bi vî awayî bi dawî dike: 'Çi bibe bila bibe, lê rehîneya serkeftina di şerê dijî DAIŞê de yekitî û hemahingiya hemû hêzên ku naxwazin dewletek wek DAIŞê ku gefa li mirovatiyê tev dixwe li ser zemînê bê avakirin. Û dive bi taybetî bê destnîşankirin ku Rûsya û Îran di vê tekoşînê de giringtirîn rolê dilîzin. 

    Bi heman mijarî:

    Di dinyayê de keça herî bi qewet ji Esma Esed pirsî: ‘ tu ji sekana li Sûriyê natirsî'
    Amerîka: 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê
    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    Planê de Mistura yê jibo Sûriyê wek yê Îranê ye
    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî
    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re asê dike
    Di navbera Artêşa Sûriyê û DAÎŞê de şerekî giran didome
    Etîketan:
    Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de