07:26 26 Gulan 2018
Mesûd Aqil

TAYBET - YPGê nûçegihanê Rûdawê jî di nav de 9 kesî rizgar kir

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

YPGê bi DAIŞê re esîran taqas kir û nûçegihanê Rûdawê jî di nav de 9 kesî rizgar kir.

Hikmet Durgun

Qamişlo - Li gorî agahiyên Sputnikê ku ji çavkaniyên herêmê wergiritye YPGê hewl dida ku  ji bo sivîl, rojnamevan û şervanên wan yê destê DAIŞê de ye rizgar bike.  

YPGê ji bo taqaskirina esîran eşîra Şammarê xist dewrê û derbarê vê de ji DAIŞê re agahî şand.

Hat ragihandin ku rûsipiyên eşîra Şammarê çûye Reqqayê û vê agahiyê gihandiye DAIŞê û wan jî taqaskirina esîran qebûl kirine.

Piştî hevdîtinan YPGê lîsteya esîran ku dixwest serbest berdin şand DAIŞê re. Hat hînbûn ku di lîsteyê de yek nûçegîhanê Rûdawê, sê sivîl û 5 pênc şervanên YPGê  heye.

Hat ragihandin ku YPGê jî serbest berdana esîrên DAIŞê qebûl kiriye û di 21ê Îlonê de taqaskirina esîran pêk hatiye û 9 kes ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin.

Nûçegîhanê Rûdawê Mesûd Aqil piştî serbest berdan, gihişt Qamişloyê û niha li cem malbata xwe ye.

Nûçegihanên Rûdawê Ferhad Hamo û Mesûd Aqil berî 10 mehan li Til-Koçerê ji hêla DAIŞê ve hatin revandin.

Ji hêla din ve hat hînbûn ku Ferhad Hamo hê jî destê DAIŞê de rehîn e.

Kanala Rûdawê jî daxuyanî da û derbarê rizgarkirina nûçegihanê xwe de ji YPGê re sipas kir.

Bi heman mijarî:

YPGê nûçegihanê Rûdawê rizgar kir
TAYBET-Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'
Di nava YPGê û El Nusra de pevçûnên dijwar diqewimin
Amerîka: ‘Em YPGê wekî terorîst nabînin'
DAIŞê bi çekên giran êrişa YPGê kir
Şervanên YPGê û pêşmergeyên Rojava li dijî DAIŞê dê şer bikin
DAIŞê êrişî YPGê kir
YPGê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir
Etîketan:
DAIŞ, YPG, Mesûd Aqil, Qamişlo, Reqqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de